Parlamentera Partiya Çep serî li OPCW'ê da 2022-10-22 11:40:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbûlût serî li OPCW’ê da û diyar kir ku divê derbarê Tirkiye ya ku sûcên şer ên bi çekên kîmyewî dike de, lêpirsînek bê destpêkirin.   Ligel ku gelê Kurd û saziyên civakî ya sivîl bang kirine, OPCW’ê derbarê dewleta Tirk a ku li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê çekên kîmyewî bi kar nayne, lêpirsîn nedaye destpêkirin. Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbûlût ji bo ku OPCW gavekê biavêje nameyek nivîsand.   Endama Meclîsa Federal Gokay name ji Thomas Schîeb ê ku nûnerê Elmanyayê yê li OPCW’ê re şand û bal kişand ser rapora Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) û dîmenê gerîlayên ku bi çekên kîmyewî êrîşî wan hatiye kirin.   Gokay Akbûlût diyar kir gelek agahî û delîl hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û bal kişand ser vî tiştî ku lêpirsîneke serbixwe hewce ye. Akbûlût diyar kir ji sala 1997’an û vir ve Tirkiye îmze daye Peymana Çekên Kîmyewî û ji ber vê jî saziya mûxatab OPCW ye.   Gokay di dûmahîka nameyê de bang li balyozê Elmanyayê Schîeb kir ku bila gavan biavêje û bila ji bo lêpirsîn li Tirkiyeyê were vekirin bila serlêdanê bike.   Tevî Fransa û Îngîltereyê, Elmanya jî di nav OPCW’ê de digire. Lê wekî welatên din ên rojava, Elmanya jî li hemberî bangên gelê Kurd, dostên gelê Kurd û rêxistinên civaka sivîl hê tu gav neavêtiye.