ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN 2022-10-22 09:00:00 * Têkildarî hişmendiya baviksalarî ya li ser jin û civakê ya ji dîrokê heta niha, jinan diyar kirin ku mêran xwe derxistin pêş û  rol û misyona jinê xetimandin û wiha gotin:" Jinan xwe bi rê ve birin, jiyan dan avakirin û meşandin. Di jiyana mirovahiyê de jin bûye afirînera herî mezin." BI DÎMEN    *Jinan bertek û nerazîbûnên xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî anîn ziman û gotin: "Ji ber bêdengiya me 17 kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Her wiha PDK jî perbirsê herî mezin e. Divê her kes li dijî vê sûcê dengê xwe bilind bike." BI DÎMEN    *Qanûna Sansurê ya bi dengên AKP-MHP’ê bû qanûn, ji aliyê jinan ve wek ‘qanûna dîktatoriyê’ hat venasîn û jinan diyar kirin ku qanûn paşverûtiya  civakê armanc dike û gotin ku ew ê tu car serî netewînin. DÎMEN HEYE   *Bedia Ozgokçe a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi CTP'yê re hevdîtin kir û di nava heyeta HDP'ê de cih digirt got:"Tenê me bersiva me hevdîtin bi 4 kesên li giravê kiriye, dan."BI DÎMEN