Li Fransa û Elmanyayê li dijî êrîşên bi çekên kimyewî çalakî 2022-10-21 16:09:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî ser Herêmên Parastina Medyayê li Fransa û Elmaniyayê hatin şermezarkirin.   Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî ser Herêmên Parastina Medyayê li başûrê Kurdistanê li Fransa û Elmaniyayê hatin şermezarkirin. Li ser banga TJK-F'ê gelek Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd a Drancy hatin cem hev. Çalakgeran pankartên ku êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar dikin, hilgirtin. Her wiha wêneyên şervanên ku di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan û pankarta bi nivîsa “Şehîd Namirin” hildan û ber bi avahiya Şaredariya Drancy ve meşiyan. Çalakgeran gelek caran bênavber dirûşmên "Tolhildan", "Erdoganê kujer”, "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin, belavokên bi zimanê Fransî hatibûn amadekirin li derdorê hatin belavkirin.   Piştî meşa li ber avahiya şaredariyê bi dawî bû, girseya gel ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girt.   Li vir di daxuyaniya li ser navê tevgera jinan hat kirin de ev tişt hate gotin, “Divê OPCW tavilê van sûcên şer lêkolîn bike û ji raya giştî ya navneteweyî re ragihîne. Ev tê wê wateyê ku gelê Kurd di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî û OPCW de bi çekên kîmyewî tê qetilkirin. Em ê van sûcên şer ji hemû cîhanê re ragihînin û em ê vê hovîtiyê bi hemû cîhanê bidin bihîstin.”   Bang li hemû Kurdistaniyên li Parîs û derdora wê dijîn û dostên hate kirin ku tevlî çalakiya sibê ya li Qada République ya Parîsê bibin.   Elmanya   Çalakiyên li bajarê Elmanya Hannoverê yên li dijî êrîşên kîmyewî di roja 4’emîn de berdewam dikin.   Kurdistanî û dostên wan ên li ber Hauptbahnhofê hatin cem hev, bi armanca şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî cangoriyên azadiyê yên Kurd, li hev civiyan. Di mîtînga ku piştî deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de, gel bertek nîşanî polîsên ku posterên 17 gerîlayên şehîd bûne berhev kirine, dan.   Piştî çalakiya rûniştinê komeke ku ji Women Defend Kurdistan, Women Defend Rojava û Meclisa Gel a Hannover pêk dihat, derbasî avahiya bajêr a Die Grüne bûn û daxwaza hevdîtinê kirin. Dosyaya ku bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê îspat dike, radestî nûnerên Die Grune hat kirin. Heyet ku dema ji avahiya bajêr derdiket, polîsan hewl da asteng bikin û destgîr bikin. Li dijî wê heyetê çalakiya rûniştinê pêk anî.   Meş bi beşdariya Meclisa Gel a Hannoverê, Women Defend Rojava, Women Defend Kurdistan, TCŞ’ê, Têkojin û enternasyonalîstan pêk hat.