CDK-F û TJK-F dê sibê li qadan bin 2022-10-21 14:35:15     NAVENDA NÛÇEYAN - CDK-F û TJK-F'yê bang li Kurdistaniyên li Fransayê û dostên wan kir ku li dijî êrişên kîmyewî sibe dakevin qadan.   Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî daxuyaniyek dan.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gazên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê têne bikaranîn li dijî hebûn û mafê jiyanê yê Gelê Kurd e û Gelê Kurd wê li hemberî vê yekê teqez li ber xwe bide.   Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li Fransayê û dostên wan hate kirin, 22'yê cotmehê ango sibê jiyanê rawestînin û çalakiyan li dar bixin.   CDK-F û TJK-F'yê diyar kir ku bêdengiya li hemberî êrişa bi çekên kîmyewî li heysiyet û rûmeta mirovahiyê nayê û bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostan, hêzên demokratîk û şoreşger kirin ku li qadan bin û li dijî sûcê şer ê dewleta Tirk li ber xwe bidin.