Li girtîgeha Baybûrtê bi ser qawîşên jinan de girtin 2022-10-21 13:30:41     BAYBÛRT - Li Girtîgeha Tîpa M di ser de girtina qawîşan ku hat kirin de, name, wêne  û pirtukên girtiyên jin ên bi navê Delîla Roj a ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û Neslîhan çetîn hatin desteserkirin.   Girtiyên Siyasî ên ku li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan dimînin di hevdîtina ku bi telefonê bi malbatên xwe re kirin de binpêkirinên mafan ên li hemberî xwe vegotin.   Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe pêkanînên li hemberî xwe vegotin, anîn ziman ku lêgerîna li qawîşê ya hefteya borî nîvroj berdewam kiriye û wiha berdewam kirin, " Gardiyanan got ku wan ji îstiqbaratê talîmat girtine. Wêne, name û pirtûkên hevala me ya ku cezayê muebetê lê hatiye birîn Delîla Roj Erkmen û Neslîhan Çetîn hatin desteserkirin. Lê ser vê bêhiqûqiyê me ji Dadgeriya Înfazê ya Burdurê re daxwazname şand û me îtîraz kir. Lê daxwaza me hat redkirin. Em bang li raya giştî dikin ku li heber bêhiqûqiyên heyî bêdeng nemînin."