Kampanyaya 'Ez jiyan im' dest pê dike 2022-10-21 10:08:30     NAVENDA NÜÇEYAN - Bi armanca piştevaniya bi jinön rojhilatê Kurdistanê, Îran û Afganistanê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" kampanya "Ez jiyan im" hat destpêkirin.   Komeke ji jinên ereb ku rêxistinên jinan û jinên serbxwe di nav wan de cih digirin, jinên ereb ji di nav wan de cih digirin ji bo ku piştgiriyê bidin jinên rojhilatê Kurdistan, İran û Afganistanö di 17ê cotmehê de civîn pêk anîn.   Di encama cîvînê de biryara destpêkirina kampanyayek navneteweyî ya bi navê "Ez Jiyan im" ku bi şêweyê heşteka bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" di tevnên civakî de parvekirinê hat kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo piştgirîdayîna serhildana xwendekarên li Îranê di 29-30’ê Cotmehê de xwepêşandanên navnetweyî dê werin li darxistin. Heman demê de wê di 22’yê Cotmehê de ji aliyê Koma Jınên "Feminîstên Berlînê" ve li ber Dîwarê Berlînê çalakî were lidarxistin.   Yek ji biryarên din yên rêxistina çalakiyê ew bû ku bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn, ragihandina serhildana jinan li ser malpera tevnên civakî û nivîsandin û weşandina gotaran bi zimanên erebî, kurdî, farisî, ingilîzî û herêmî ye.   Xala dawî ya biryarnameyê amadekirina dîmenên, bi erebî, kurdî, farisî, îngilîzî û zimanên din ên Rojhilata Navîn û bakurê Efganistanê bû, da ku bala jinên din bikşîne û beşdarî kampanyayê bibin.