Xeyal û Projeya Nagîhan Akarsel: Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd 2022-10-21 09:04:42     Medya Uren - Derya Ren   AMED - Rêhevala Nagîhan Akarsel a ji aliyê MÎT û PDK'ê ve hate qetilkirin, Necîbe Qeredaxî têkildarî projeya Nagîhanê ya navenda lêkolîn, arşiv û pirtûkxaneya jinên kurd bi me re agahî parve kir û got: "Projeya me ya bi armanca komkirina hafizaya jinên kurd û yekîtiya neteweyî ya jinên kurd pêk hat, gav bi gav ber bi dawiyê ve diçe. Ev proje xwedî taybetmediya pirtûkxaneya yekem a jinan a Rojhilata Navîn e."   Ji dîroka kevnar ango pêvajoya xwezayî heta roja îro civak li dora jinê şêwe girt û pêş ket. Bi pêşketina çaxa baviksalarî re hemû rastiyên civakê hatin înkarkirin û ketin bin tekela mêrê desthilatdar. Dîroka bi destê mêrê desthilatdar hate nivîsîn hertim jin tune hesiband û li ser berhemên wê hebûna xwe da parastin. Dema em li dîroka nivîskî temaşe dikin em dibînin ku hemû berhemên bi destê jinê xuliqîne hatine dizîn, dîroka li derdora jinê şêwe girtiye hate berovajîkirin û li gor berjewendiyên mêr hatiye tekûzkirin. Bê guman li hemberî gelên xwediyên landika şaristaniyê, hîlala zêrîn jî bi heman rengî bişavtin û êrişên desthilatdaran hatin kirin. Xwestin Kurdan ji holê rakin û ev êrişên li ser pêk tên ji tunehesibandina dîroka jinê ne qut e. Heta roja îro jî em dibin şahid ku li dijî dîroka kurdan êriş tên meşandin û weke ku dîroka wan e didin xuyakirin. Hemû berhemên kurdan destan, çîrok, dîroka nivîskî, huner, wêje û wekî din bi eşkere têne dizîn.   Kurdan û bi taybetî jin li hemberî hişmendiya desthilatdar a ku wan tune dihesibîne têkoşînê didin û bi vê têkoşînê ve girêdayî dîroka xwe dinivîsin û ji bo ji nifşê pêş re ragihînin xebatên girîng dan meşandin. Her çiqasî ev xebat di destpêka sedsala 20'emîn de pêş ketibin jî, di salên 1935’an de aktivîstên Macar, jinên femînîst Rosika Schwimmer û Mary Beard gava yekem a navenda arşîva jinên cîhanê avêtin. Her çiqas arşîva jinên cîhanê negihiştibin armanca xwe jî di aliyê parastina berhemên jinê û arşîvirina wê de teşwîq kir. Li gorî lêkolînên Enstituya Dîroka Jinê û di Civakê de Wekheviya Zayendî (ATRÎA) hewldana avakirina navenda arşiv û lêkolîna pirtûkxaneya jinan nêzî 400'î ye.   Pirtûkxaneya jinên kurd   Pirtûkxaneya jinên kurd a ku xeyal û projeya Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmehê de ji aliyê MÎT û PDK’ê ve li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin e li herêma Kurdistana Federal kete meriyetê. Di çarçoveya projeyê de, ji dîrokê heta roja îro berhemên jinên kurd ên nivîskî, gotinî, wêjeyî, çîrok, destan, mîtolojî, deng, muzîk û li gel wê berhemên di asta navneteweyî de jinan afirandiye wê ji bo nifşê pêş were berhevkirin.   Armancên projeyê   Projeya ku yekîtiya jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê dike armanc li ser sê çengan şêwe digire. Navenda ku bingeha xwe ji zanist, zanyarî, lêkolîn û perwerdeyê digire wê ji dîrokê heta roja îro li Kurdistanê têkoşîna jinan, hilberîn, çand, hişmendiya jinan ne tenê bi awayekî nivîskî, bi deng û reng jî berhev bike û bibe navenda hafizaya Kurdistanê. Ji bo projeyê ji endamên navenda lêkolîn, arşîv û pirtûkxaneya jinên Kurd û di heman demê de rêhevala Nagîhan Akarsel a ku pêre xebatên projeyê daye meşandin Necîbe Qeredaxî bi ajansa me re axivî.   'Wê jin di pirtûkxaneyê de rêxistina xwe pêş bixin'   Necîbeyê bi gavên yekem ên destpêkirina projeya prtûkxaneya jinên kurd re dest bi axaftinê kir. Necîbeyê wiha got: " Projeya Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya jinên  Kurd di serî de weke stratejiyek a xebatên jinê hate pêşxistin. Bi vî awayî berhemên jinan wê werin berhevkirin, wê domdar bimînin û her wiha xwedî cihekî fîzîkî jî ba. Di lêkolînên xwe de jî em dibin şahid ku em nagihêjin daneyên nivîskî yên berhemên jinan. Yan jî ev nivîsên jinan di astek gelek kêm de ye. Her çiqasî jinan nivîsî be jî nehatine berhevkirin. Di salên dawî de di aliyê dîroka jinê de jinan bi xwe xebat dane meşandin. Ne tenê pirtûk, di aliyê dîjîtal deng û reng de jî wê berhevkariyek dewlemend hatiban pêşxistin. Ya girîng ev ê çawa hatiban berhevkirin? Ji ber jinên kurd tenê di pêvajoya têkoşînê ya çend salên dawî de jî berhemên gelek bi nirx afirandin. Ev hewcehî bi komkirin û nasandin û guhestinê ye, bi taybetî ji bo nifşên pêş. Ev armanca esasî ya pirtûkxaneyê ye. Li gel van jî wê qadek ji bo lêkolîna jinan û di heman demê de jî qada ku jin lê bicivin û hevdu têr bikin jî hatiban veqetandin. Ango wê bi vî awayî hişmendiya piştevaniya hev a jinan jî were pêşxistin. Wê jin ji hev hêzê bigirin û di heman demê de jî çanda xwendina pirtûkan û nivîsandina pirtûkan jî pêş ketiban. Ev armancên yekem ên dema em li ser projeyê diaxivîn bû. Her ku diçe ev raman pêş ve diçin û berfirehtir dibe. Her ku diçe jimara me jinan jî di afirandina vê qadê de zêde dibe."   'Ji bo yekîtiya neteweyî ya jinê kurd pêngavek bû'   Necîbeyê diyar kir ku hilbijartina cihê pirtûkxaneyê biryarek stratejîk bû û wiha li ser axivî: "Yek ji mijarên girîng jî cihê lêkirina projeyê bû. Em gelek li ser axivîn û me nîqaş dan meşandin. Di nava salekê de biryar hate girtin ku pirtûkxane li Kurdistanê be. Ji ber navenda berxwedanê Kurdistan e. Weke bajar jî me Silêmanî hilbijart. Ev jî bê guman ne tesadufî bû. Li gorî taybetmendiya Başûrê Kurdistanê hewcedarî hebû ku gavek bi vî rengî girîng, li vir were avêtin. Ji ber Başûr herî zêde di bin bandora dagirkeriya hêzên ji derve maye. Komkujiyên mezin û êşên giran hatin jiyîn. Ji bo bersivdayîna vê rewşê hem di aliyê dîrokî de hem jî di aliyê rojane de li cih ket. Di heman demê de jî ji bo yekîtiya neteweyî ya jinên kurd jî wê pêngavek mezin be. Şayanê qalkirinê ye ku di her pêvajoya projeyê de fikra rêhevala me Nagîhan Akarsel rola kilît lîst. Di aliyê aresteya projeyê de jî serwer bû û xebatek bandorker da meşandin. Me dixist nava nîqaşan û ji her nîqaşê jî encamek derdixist. Bi wî awayî xuliqkar bû. Her hevalên me yên jinolojiyê di aliyê tevlîbûnê de xwe êşandin. Lê belê pêwîst e ku qala afirîneriya Nagîhanê were kirin, ji ber diyarker bû."   'Gav bi gav ber bi xeyalên Nagîhanê ve'   Necîbeyê diyar kir ku ew gav bi gav ber bi xistina fermiyetê ya xewn û xeyalên Nagîhanê ve diçin û wiha li ser berdewam kir: "Ev pêvajoya nîqaş, nirxandinê demek dirêj bi xwe girt. Herî dawî di meha 9'emîn a sala 2021’ê de pêvajoya fermiyetê hate destpêkirin. Pêre jî xebata cih û sazîbûnê kete meriyetê. Jinên aktivîst, siyasetmedar, endamên komele û saziyên cuda, mamosteyên zanîngehan, xwendevan, rewşenbîr her wiha gelek jin beşdarî nîqaşên me bûn. Ji bo berfirehkirina van nîqaşan jî li ser zoom’ê civîn li dar xist. Di encama van nîqaşan de nexşerêyek hat eşkerekirin. Ev tora me her ku çû berfireh bû û di asta navneteweyî de jinan xwestin xwe bigîhinin me. Herçiqas ne fermî be jî jinan xwest beşdarî xebatê bibin û kedê bidin. Di aliyê aborî, manewî û kedê de ji niha de yekgirtinek mezin a jinan pêk hat. Ji niha de jî dengekî projeyê çêbû. Şandeyek jinên ji Ewropayê hatine jî xwestin torek bi pirtûkxaneyên din ên cîhanê re çêbikin. Teklîfên xebata bi hevre ji me re hatin. Em dikarin bêjin di sala 2022’yan de jî em ketin qonaxa pêkanînê. Bi vî rengî xewn û xeyalên Nagîhan Akarsel a avakirina çandek wiha gav bi gav pêk dihat. Vê di hemû jinan de jî hestên serkeftinê afirand. Di heman demê de bû çandek û ev çanda serkeftî jî wê belav bibe. Ev pirtûkxane bû hêviyek û ew ê beramberiya xwe jî bibîne. Ji ber ku pirtûkxane bi felsefeya jinolojiyê bi têgeha 'Jin Jiyan Azadî' re pêk hat. Ev jî dide nîşandan ku çiqasî pirtûkxane jiyanî ye. Ger em li van encaman binêrin ez dikarim bêjim Nagîhanê di armanca xwe de bi ser ket."   'Ev xwedîderketina li dîroka jinê bû'   Necîbeyê bi lêv kir ku Nagîhanê xwedîderketina dîrokê bû û wiha pê de çû:"Nagîhanê ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve hate qetilkirin. Di wê demê de jî xwedîderketina jinan ne xwedîderketinek takekesî bû. Ew xwedîderketin jî xwedî derketinek felsefî, xwedîderketina li fikir û ramanê vê têkoşînê, xwedîderketina li jinolojiyê bû. Jinan cenazeyê Nagîhanê rakirin û şehadeta Nagîhanê jî guhertinek mezin di hişmendiya civakê de ava kir. Jinên bi tu awayî cenaze hilnedigirtin, mafê wan ê birina goristanê ango şert û mercên pêkanînên jiyanî nebûn wê rojê dest bi dest hilgirtin. Ew çanda kevneperest hate şikandin. Ev xwedîderketina li dîroka jinê bû."   'Wê bi dîroka nivîskî sînordar nemîne'   Necîbeyê diyar kir ku ew ê bi hemû zimanan nivîsan kom bikin û wiha nirxandin kir: "Ne tenê bi zimanê kurdî û zaravayên wê, an jî bi zimanên Rojhilata Navîn em ê bi hemû zimanên cîhanî kom bikin. Em dikarin bêjin yek ji kategoriyên herî girîng ê projeyê jî dîroka zargotinê ye. Bê guman em ê giraniyê bidin hemû zaraveyên zimanê kurdî. Ango wê di asta navneteweyî de pirtûkên jinên kurd her bi çi zimanî hatibin nivîsîn wê werin komkirin. Li gel wê jî wê wêneyên jinan bi taybetî yên sedsala 20'emîn werin berhevkirin. Bê guman wêneyên kevin ên hêjayî berhevkirinê gelek in. Ev jî wê çanda kurdî bi awayê herî sade vebêje. Ne tenê berhemên zanistî û wêjeyî, di heman demê de wê berhemên hunerî jî werin berhevkirin. Bi hemû aliyên xwe yên nivîskî, deng, reng û wekî din wê bikeve nava arşîva me."   'Divê em dest bi dest projeyê bigihînin serkeftinê'   Necîbeyê herî dawî têkildarî weşandin û nasandina projeyê ev gotin kir: "Divê jin di aliyê madî û manewî de piştgiriya xwe zêde bikin. Divê em bi hev re di nava dan û standinê de bin. Pêwîst e pirtûkxane bi vî rengî zindî bê hiştin. Bi vî awayî jî wê pirtûkxane civakê têr bike. Ji ber cihên arşîvan weke cihên mirî tên temaşekirin, lê ji bo tedbîr jî me gelek nîqaş kirin. Di xalekê de em ê çawa perspektîfan ava bikin. Em ê çawa bala ciwanan bikşînin ku li vir lêkolînan bikin, pirtûk bixwînin û ev çand di wan de mayînde bimîne. Ev hemû hatin nîqaşkirin.  Ji bo nasandina pirtûkxaneyê jî wê armanca pirtûkxaneyê, beşên di nava pirtûkxaneyê de werin avakirin, endametî, kesên çalak di nava pirtûkxaneyê de, di asta navneteweyî de kesên rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û wekî din wê çawa bikarin bibin endamê pirtûkxaneyê, ev hemû bi rengekî hatin nîqaşkirin. Di nava broşurê de ev hemû xalan hatin bicihkirin. Biryar hatiye girtin ku bi awayê semîner civîn, konferans û bi rengên cuda wê pirtûkxane û armanca wê were nasandin."