ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YA 2022-10-21 09:00:00   * Rêhevala Nagîhan Akarsel a ji aliyê MÎT û PDK'ê ve hate qetilkirin, Necîbe Qeredaxî têkildarî projeya Nagîhanê ya navenda lêkolîn, arşiv û pirtûkxaneya jinên kurd bi me re agahî parve kir û got: "Projeya me ya bi armanca komkirina hafizaya jinên kurd û yekîtiya neteweyî ya jinên kurd pêk hat, gav bi gav ber bi dawiyê ve diçe. Ev proje xwedî taybetmediya pirtûkxaneya yekem a jinan a Rojhilata Navîn e."   *Li gundê Bafê yê Hezexê jinên ku kezwanan kom dikin dibêjin ku ew hem pê debara xwe dikin û hem jî çanda komkirina kizwanan diparêzin. DÎMEN HEYE   * "Belê dara ku gelek wateyên wê yên wek dîrokî, çandî, civakî, siyasî û zanistî hene, çîrokên wê tevahiya jiyanê vedibêje. Dar heman demê de çîrokên wê yên sewal, çiya û kaniyan jî parçeyek sosyolojîkin. Ev çîrok di heman demê de çîroka têkiliya ku kes, civak û çand bi jiyan û xwezayê re ava dike ye." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinan diyar kirin ku di doza qetilkirina Denîz Poyraz de dadgeh ji bo kesên li pişt gumanbar neyên dîtin hewl didin û gotin wê ew wek jin her tim li kolanan bin. BI DÎMEN