Li Botanê astengkirina daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin 2022-10-20 15:02:25     ŞIRNEX - Daxuyaniya bi pêşengtiya MEBYA’DER’ê ya li dijî bikaranîna çekên kimyewî ya li dijî Herêmên Parstinê yên Medyayê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Girseyê astengi bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.   Li dijî bikaranîna çekên kimyewî  ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Herêma Federe ya Kurdîstanê, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn. Yek ji wan navendan jî Hezexa Şirnaxê bû. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Rêxistina Bajar a HDP’ê ya Şirnexê û endam û rêveberên rêxistinên navçeyên HDP’ê yên Şirnexê beşdarî daxuyanî bûn.    Şandeya ku li Cizîrê kom bû ewilî serdana şîna Alî Darga yê HPG’yî ku di encama êrîşên çekên kimyewî de jiyana xwe jidest da kir. Piştre şande ber bi Hezexê ve bi rê ket û li ber navçeya rêxistina HDP’ê ya Hezexê xwestin daxuyaniyê bidin. Avahiya rêxistina navçeyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û nehiştin ku girse daxuyaniyê bide. Demek dirêj di navbera polîs û girseyê de rageşî derket. Girseyê li dijî astengkirina polîsan çalakiya rûniştinê pêk anî.   Piştî wê parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî û astengkirina daxuyaniyê şermezar kir. Hasan, destnîşan kir ku heta aştî, demokrasi û edaletê bînin vî welatî dê têkoşîna xwe mezintir bikin.   Çalakî bi dirûşma “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê yekitî” bi dawî bû.   Piştre girseyê çû serdana şîna Yahya Şenê yê HPG’yî ku di encama êrîşên çekên kimyewî de jiyana xwe jidest da.