Xelkê Qamişloyê li dijî êrişên çekên kîmyewî meşiya 2022-10-20 14:44:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Qamişloyê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Rojnamevan Bêritan Medûsa di çalakiyê de axivî û got: "Yên ku sûcên mirovî dikin ne tenê dewleta Tirk e, hemû rêxistinên çapemeniyê û mafên mirovan ên ji nedîtî ve tên heman sûcî dikin."   Li dijî êrişên bii çekên kîmyewî, çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li Qamişloyê ji qada Kornîşê ber bi baregeha Rûs meşeke girseyî hate lidarxistin. Tevî malbatên şehîdan û nûnerên saziyan bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hate silavkirin û bang li raya giştî hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.   Rojnamevan Bêrîtan Medûsa ku tevlî çalakiyê bû, got "Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî nirxên mirovî û ekolojîk e. Ji ber vê yekê mîna li çar aliyên cîhanê îro li vir jî tê şermezarkirin. Bi navê rojnamevanan rabûna li ber vê yekê wezîfeya me hemûyan e. Ji ber ku ev wezîfeya her mirovî ye. Bi dîtina min çalakiyên têne lidarxistin kêm e. Bi taybetî gelên Ewropayê divê hîn bêhtir çalakiyan bikin û zextê li OPCW bikin ku erka xwe bi cih bîne. Divê çalakî bênavber dewam bikin."   Bêritan diyar kir ku saziyên çapemeniyê yên vê yekê ji nedîtî ve tên sûc dikin û got, "Ji ber ku em bêdeng man, em hemû sûcdar in. Îro li vê derê wezîfeya xwe ya mirovî bi cih tînim. Ji 7 heta 70 salî divê karker, kedkar, her kes wezîfeya xwe ya mirovî bi cih bîne. Saziyên çapemeniyê hemû ketine bin xizmeta desthilatdariyê. Gel her roj li qadan e, lê belê saziyên çapemeniyê bi kêfî tevdigerin. Lewma çapemenî bi xwe sûcê mirovî dike. Belge û dîmen hene. Lê belê çapemenî dibêje 'îdîa' ye. Lewma bi xwe sûcê mirovî dikin. Yên ku sûcên mirovî dikin ne tenê dewleta Tirk e, hemû rêxistinên çapemeniyê û mafên mirovan ên ji nedîtî ve tên heman sûcî dikin. Eger li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî tu bêdeng bimîne tu jî şirîkê heman sûcî ye."   Têkoşer Lewend ê Spanî jî wiha axivî: "Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê em îro li qadan e. Di êrîşan de gelek kes şehîd bûn lê belê ji ber ku saziyên navneteweyî bêdeng in, dewleta Tirk vî sûcî dike. Ji ber ku cîhan bêdeng e dewleta Tirk qanûnên şer û mafên mirovan binpê dike. Hêzên navneteweyî li şûna ku vê êrîşê bisekinînin piştgiriyê bi dewleta Tirk re dikin. Em bang li raya giştî û saziyên navneteweyî dikin ku li ber vî sûcî rabin."