Li pêşiya Parlamenta Ewropayê çalakiya li dijî êrişên kîmyewî 2022-10-20 14:22:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek hate lidarxistin. Polîsan bi gaza îsotê êrişî çalakgeran kirin.   Kurdistanî tevî dostên xwe li qada Luksembûrgê ya li pêşiya Parlamenta Ewropayê li hev civiyan û bêdengiya hikumetên rojavayî û saziyên navneteweyî ya li hemberî êrişên kîmyewî şermezar kirin. Çalakî bi banga KCDK-E'yê pêk hat.    Di dema çalakiyê de ku ji herêmên navîn ên Elmanya û Fransayê gelek kes tevlî bûn, bi dehan kesî ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kincên spî li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Erdogan terorîst", "Tirkiye bombe dike, NATO fînanse dike" hatin qîrîn. Di xwepêşandanê de wêneyên 17 gerîlayan hatin hildan ku di encama êrişên kîmyewî de hatin qetilkirin û bi navê amadekarên çalakiyê belavok hate xwendin. Di belavokê de hate bibîrxistin ku HPG'ê gelek dîmen weşandiye ku nîşan dide, leşkerên Tirk ên dagirker li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne.   Di belavokê de hate gotin, "Divê OPCW guh bide Gelê Kurd û IPPNW û pisporên navneteweyî. Divê mijara êrîşên artêşa Tirk a bi çekên kîmyewî êdî binirxîne. Divê OPCW bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, lêkolîn bike, şermezar bike û tavilê rawestîne." Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li çalakiyê axivî û anî ziman ku gerîla paşeroja azad a Gelê Kurd e. Yuksel Koç bang li her kesî kir ku xwedî li paşeroja xwe derkevin û ji bo vê seferber bibin. Koç her wiha PDK şermezar kir kuk nahêle pispor li herêmê lêkolînan bike. Zozan Derîk jî bi nav PYD'ê axivî û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga mezinkirina têkoşînê li Gelê Kurd kir.   Piştî axaftinan çalakgeran berê xwe dan Parlamenta Ewropayê, lê belê bi dehan polîsan pêşî li wan girtin. Polîsan li hemberî çalakgeran gaza îsotê bi kar anîn û vê yekê bandor li gelek çalakgeran kir. Her wiha polîsekî jî bi gotinên tirkî bi ser çalakgeran ve çû û vê yekê alozî mezintir kir. Çalakgeran jî polîs nîşan da û dengê "faşîst" ji qadê bilind bû.   Bi polîs û TOMA'yekê dor li çalakgeran hate girtin. Piştî ku destûr hate dayin ku bi navê çalakgeran heyetek ji sê kesan bikeve Parlamenta Ewropayê alozî bi dawî bû.   Di dosyayê de, ku ji aliyê KCDK-E'yê ve hate amadekirin, ji Konseya Ewropayê, saziyên navneteweyî hate xwestin ku ji bo lêkolînkirina mijarê bikevin nava liv û tevgerê. Ji OPCW jî hate xwestin ku çawa heyetek li ser lêkolînkirina êrîşa kîmyewî şand Gûta û Dûmayê, bi heman rengî bişîne Başûrê Kurdistanê.