Li gelek bajarên Ewropayê êrişên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin 2022-10-20 11:27:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.    Lîmasol    Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi banga Meclîsa Gelê Kurd gelek Kurdistanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofilosê li hev civiyan.   Girseya gel bi pankartên ku êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar dikin, heta avahiya Şaredariya Lîmassolê meşiya.   Li pêşiya avahiya şaredariyê jî piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Meclîsa Gelê Kurd Kamîl Akalin daxuyanî da.  Kamîl got, "Li hemberî çekên kîmyewî ku sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye bêdengî nabe. OPCW divê tavilê vî sûcê şer lêkolîn bike û bi raya giştî ya navneteweyî re parve bike. Em ê vî sûcê şer li tevahiya cîhanê teşhîr bikin. Divê bê zanîn ku gerîlayên Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk a barbar têkoşîna azadiyê dimeşînin. Li dijî barbar û zaliman em ê li gel refê berxwedanê yê gerîla bin."   Melboûrne   Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, Kurd tevî dostên xwe li ber Pirtûkxaneya Victoria li hev kom bûn û çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin.   Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û hikumetên rojavayî yên li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî bêdeng in hatin şermezarkirin. Çalakgeran bang li hikumeta Awûstralyayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.   Tîrol   Li bajarê Tîrol ê Awûstûryayê êrîşên bi çekên kîmyewî bi meşekê hatin şermezarkirin.   Stockholm   Li paytexta Swêd Stockholmê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin û wêneyên 17 şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, hate hildan. Di çalakiyê de ji bo balkişandina ser êrîşên kîmyewî çalakgeran kincên spî li xwe kirin û maske dan ber rûyê xwe.