Parlamentera Fransayê: OPCW divê li hemberî êrişa kîmyewî bikeve nava tevgerê 2022-10-20 11:26:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon bang li OPCW kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bikeve nava liv û tevgerê.   Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon li ser Twitterê daxuyaniyek da û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî.   Marie Pochon di peyama xwe de wiha got: "Di 13'yê çileya 1993'yan de li Parîsê Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî hate îmzekirin. Tirkiye jî di nav de 165 welatan mohra xwe danîn binê peymanê. Saziya navneteweyî ya ji bicihanîna peyamên berpirsyar e OPCW ye.   Cîhan li pêşberî rejîma Esad a ku bi çekên kîmyewî êrîş bir ser serhildêr û sivîlan mat ma. Ji hingî ve şer gihîşt asta herêmî. Di vir de bi taybetî du aktor me eleqedar dike: Hêza çekdar a PKK'ê HPG û Tirkiye ku berpirsyaryia xwe ya li ser nearamkirina herêmê û tundiyê zêde dibe.   HPG'ê h ragihand ku ji ber êrişa Tirkiyeyê ya bi çekên kîmyewî 17 kesên li nava refên wan jiyana xwe ji dest dane. Êş û mirina ji ber van çekan di asteke metirsîdar de ye. Ji ber vê yekê ev çek hatine qedexekirin û bikaranîna wan weke 'sûcê şer' hatiye pênasekirin.   HPG Tirkiyeyê sûcdar dike ku berpirsyariyên xwe yên navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike. OPCW berpirsyar e ku ji bo eşkerekirina rastiyê û pêkanîna edaletê di dema herî kurt de lêkolînê bike. Ev sûcdarî cidî ne û sûcên gelekî giran e."