Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin 2022-10-20 11:04:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bê navber ligel êrişên rejîmê berdewam dike.   Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi hinceta pora wê xuya dike bi îşkenceyê hat qetilkirin. Çalakiyên ji bo Jînayê hatin destpêkirin hêj berdewam in. Li bajarên mezin û biçûk yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên protestoyî berdewam in.    Duh di roja 32’yan de li Sine, Kirmaşan, Mehabat, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamîran, Direşarê Îlam û gelek navêndin ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.   Ciwanan bi dirûşmeyan û pêxistina agir, nerazîbûna xwe ya li hemberî desthilatdariyê destnîşan kirin. Xwendekaran û mamostayên zanîngehan li hinek zanîngehan neçûn dewamê û zextên rejîma Îranê ya li ser xwepêşanderan şermezar kirin.   Li Tehran, Meşhed, Qehirîcan, Esfehan, Ehwaz, Erak, Sawe, Gewherdeştî, Kerec û gelek navendin ên Îranê çalakiyên nerazîbûnê hebûn. Di xwepêşandanan de dirûşmeyên, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji dîkdatoriyê re na” berz dikirin.   Herwiha greva karkerên sektora petrolê jî berdewam dike.   Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandan de 215 kes hatine kuştin û gelek kes hatine binçavkirin.