TAJÊ: Bêdengiya navneteweyî hevkariya tunekirinê ye 2022-10-20 09:35:27     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kir û got: "Li hemberî van êrişan bêdengiya qada navneteweyî û OPCW em şermezar dikin. Bêdengiya heyî dide diyarkirin ku hevkariyek heye û dixwazin têkoşîna azadiya gelan tine bikin. ”   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek nivîskî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî li ser gerîlayên azadiyê şermezar kir.   Daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) wiha ye:    “Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ji meha nîsanê heya niha bê navber êrişên hovane li ser gerîliayên azadiya Kurdistan dide meşandin. Ji bo tinekirina gerîlayên azadiyê  hemû teknîk, artêş û çeteyên  xwe xistiye tevgerê. Berxwedaniya gerîla ya heyî hemû êrişê dijmin vala derxistine. Ji ber ku  Dewleta Tirk li hemberî vîna gerîla binketiye, ji bo vê jî  şerekî derveyî exlaqê mirovatiyê dide meşandin û bi çekê kîmyawî êrişê li ser çeperê Gerîla dike. Beramberî karanîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve di nav qada navneteweyî de bêdengiyek heye. Tevî ku dizanin ev yek derveyî pîvanên şere jî  beramberî dewleta Tirk ti helwest nayê danîn.   Êrişa ku ji milê DAIŞ’ê ve 3’yê Tebaxa 2014’an de, li ser civaka me  hatî kirin de hemû cîhan xwe jêre ker kiribû.  Herî zêde jin hatin hedef  girtin ji ber wê jî  ya herî zêde êş kişandî jin bû. Rewşa ku jin û civaka me ketibû nav de gerîlayên azadiya Kurdistan  bi hawara civaka Êzidî ve hatin. Ji  bo xilas kirina Şengal ya ji destê DAIŞ’ê gerîlayên azadiyê û PKK’ê bê hesab berxwedaniyek mezin dan meşandin. Di encama vê berxwedaniyê de axa Êzidxana pîroz ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgar kirin. Îro jî ev gerîlla yên ku em ji destê DAIŞ’ê rizgar kirî li beramberî wan êrişeke pir dijwar ji aliyê  dewleta Tirk û  PDK’ê ve tê meşandin. Tenê van rojên dawiyê de 17 gerîla yên azadiyê bi çekên qedexe yên kîmyawî hatin qetilkirin.   Li hemberî van êrişan bêdengiya qada navneteweyî û OPCW (Rêxistina QedexeKirina Çekên Kîmyawî) em şermezar dikin. Bêdengiya heyî dide diyarkirin ku hevkariyek heye û dixwazin têkoşîna azadiya gelan tine bikin. Em dizanin yê ku îro li ser gerîlla êriş dide meşandin û yên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bo koka civaka Êzidî tine bike ferman li ser me rakirin heman hêz bûn, heman demê de yê ku îro bêdeng dimîne jî heman hêzin.   Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî êrişên ku li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê tên meşandin rawestin. Heta ku dewleta Tirk  û PDK têk biçe em ê di nav têkoşîneke bêhempa de bin. Daxwaziya me ji hemû jinên Êzidî û gelê azadîxwaz ew e ku li hemberî van êrişan li gel gerîlayê azadiyê cih bigrin.”