Di çalakiyên Ewropayê de helwesta OPCW'ê hat şermezarkirin 2022-10-20 09:15:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewporayê, bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de wiha hat gotin: "Delîlên heyî pêşwazî OPCW’ê tên kirin lê ev saziya ku îdia dike ku li dijî çekên kîmyewî têdikoşe bi gotina 'Em tenê serlêdanên dewletan digirin' delîl qebûl nekirin."   Li gelek navendên Ewropayê êrişên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Herêma Federal a Kurdistanê hatin protestokirin.   Reîms    Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, li ber avahiya France TV ya li bajarê Reîms ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanên êvarê li ber avahiya France TV’ê kom bûn, pankartên ji bo şermezarkirina êrişên bi çekên kîmyewî amade kiribûni hildan.   Ciwanan, nêzê saetekê li çalakiya xwe dewam kir û dosyeya li ser êrişên bi çekên kîmyewî yên li ser Kurdistanê, pêşkêşî rayedarên televîzyonê kirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.   Dragûîgnan   Ji bo 17 gerîlayên di êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, li bajarê Dragûîgnan ê Fansayê meşek hat lidarxistin. Meşa ku li ber postxaneyê dest pê kir, li ber avahiya Walîtiyê bi dawî bû. Çalakgeran, li ber walîtîyê mîtîngek li dar xist û bang li OPCW’ê kir ku bi erka xwe rabibe.   Hannover    Kurd û dostên wan li ber îstasyona trenê ya navenda Hannoverê hatin ba hev û 17 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, bi bîr anîn.  Hevserokê Meclîsa Hannover Civan Çewlîk axivî û got: “Bila her kes baş bizane ku hûn nikarin me bi çekên kîmyewî tune bikin. Dawiya dîktatorên ku çekên kîmyewî bi karanîn ku noqteya dawîn a namerdiyê ye, bû çala gemar.”   Nûnerê ATÎK’ê jî di çalakiyê de axivî û êrîşa bi çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla şermezar kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Tolhildan, tolhildan” hat berzkirin û çalakî di saet 20’an de bi dawî bû.   Drancy   Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) li DKTM ya Drancyê hatin ba hev, heta ber şaredariya Drancyê meşiyan. Di çalakiyê de pankartên, wêneyên 17 gerîlayan hatin hildan.   Girse, heta ber Şaredariya Drancyê meşiya û li ber şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî, bi rêzgirtina ji bo giyanê hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hat dayîn, di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Em, 17 gerîlayên şehîd bûne, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonel ên li Ewropayê, divê kuçe û kolanan bi ruhê tolhildanê bi rêxistin bikin û geşe bi rêbazeke ji bo pêvajoyê bibe bersiv, bidin.“   Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê hat dayîn de jî ev tişt hatin destnîşankirin: “Êrîş hebe, wê berxwedan jî hebe. Teknîka wan hebe, ciwanên vî gelî hene. Banga me, li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê ye. Serkeftin, ji her gavê bêhtir nêz e. Bibin yek, bi hêrsa xwe, dorê li dijmin bigirin û her warê jiyanê veguherînin warê berxwedanê. Li Zapê têk çûn, wê li Rojava çong deynin. Ji îro û pê ve bila ciwanên Ewropayê her derê ji xwe re wek çeper bibînin û wisa tevbigerin. Ciwanên Ewropayê, wê bi vî esasî bijîn û bi vî esasî li jiyana xwe dewam bikin. Kurdistana azad, kesên azad encax bi vî awayî bên avakirin afirandin û em ê bi ser bikevin. Wekî din tu rê û rêbaz nîn e.“   Bonn    Kurdên bi banga DKTM’ê li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo protestokirina dewleta Tirk, daketin qadan. Girseya li Munsterplatz a li navenda bajêr kom bû, di mîtînga saet û nîv dewam kir de, bi dirûşman dewleta Tirk şermezar kir. Kurdan, hêzên navneteweyî ku dengê xwe ji êrîşên bi çekên kîmyewî re nakin jî protesto kirin û dan zanîn ku ew ê wan hêzan li her derê teşhîr bikin.   Berlîn    Qetilkirina gerîlayên HPG’ê ya bi çekên kîmyewî li paytexta Elmanya Berlînê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Freîe Kurdische Gemeînde e. V (Nav-Berlîn) li Brandenbûrger Torê hatin ba hev û qetilkirina 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî, protesto kirin. Girseya ku bi dirûşmeya “Em li dijî dagirkerî, şer û êrişên bi çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin” li Branderbûrgerê hatin ba hev, bê navber dirûşmeyên “Bijî gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.   Girseyê ji bo teşhîrkirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, maske dan ber rûyê xwe û pankartên “toppt Erdogans Giftgasangriffe auf Kurdistan”, “Stoppt dîe chemîschen Angrîffe în Kurdistan” û “Verûrteîlen, Angrîffe der turkische Staat ûnd îhre Unterstutzer ûnd îhre Verbûndeten!” hildan. Çalakiya protestoyî bi nîşanda vîdeoya li ser 17 gerîlayên ku li Zapê di êrîşên kîmyewî de hatin qetilkirin, bi dawî bû.   Dusseldorf    Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Dusseldorf û Dûîsbûrg ên Elmanyayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî li ber gara trenê ya navenda Dusseldorfê hatin ba hev. Hevseroka Kon-Medê Zubeyde Zumrut axivî û her wiha daxuyaniyek bi elmanî xwend. Çalakger heta avahiya çapemeniyê WDR û ZDF’ê meşiyan. Di çalakiyê de bêdengiya raya giştî û ya çapemenî ya navneteweyî hat protestokirin. Çalakgeran li ber WDR û ZDF’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Stockholm    Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn îro danê êvarê li ser banga KCK-E’yê hatin ba hev û bi çalakiyekê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Kurdistaniyan, di çalakiyê de wêneyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hildan.   Komek ji Kurdistaniyan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û her yekê wêneyên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî û qedexe, şehîd bûne hil dan. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Di serî de bikaranîna çekên qedexe ya li dijî gerîlayên Kurd, têkçûn û lawaziya dewleta Tirk a faşîst nîşan dide. Ji ber ku li hemberî berxwedana gerîla, li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye. Îro li ber çavê cîhanê sûc li dijî mirovahiyê tê kirin. Şervanên Kurd, cîhan ji xeteriya DAÎŞ’ê rizgar kir. Lewma divê raya giştî li dijî van sûcên ku li dijî gelê Kurd tê kirin, deng derbixe. Her wiha HPG’ê di dimenên belav kirine de diyar dibe ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne.”   Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li dijî sûcên şer ên ku Tirkiye li ber çavên cîhanê dike, deng derbixin. Di çalakiya ku nêzê nîv saetê dewam kir de, bê navber dirûşmeyên “Gerîla vîna Gelê Kurd e”, “Erdogan dikuje, Ewropa Bêdeng e”, “Erdogan û DAÎŞ heman tişt in”, “Tirkiye destê xwe ji xwîna Kurdan vekişîne”, “Erdoganê faşîst” û “Bijî berxwedana gerîlla” hatin berzkirin.     Lûzern    Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn li dijî sûcên şer û dermirovî yên dewleta Tirk a dagirke ji duh êvarê û vir ve li ser piyan e. Kurdistaniyan li bajarê Lûzernê bi çalakiya ku di saetên êvarê de li dar xistin, bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û gaza bi jehr teşhîr kirin û xwedî li berxwedana gerîla derketin.   Çalakiya ku li qada Bahnhofplatzê hat lidarxistin, di şexsê 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin de, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Ercan Guneş ku xizmê Sedat Demhat (Ferhat Guneş) ê bi çekê kîmyewî hat qetilkirin e, li vir axivî.   Ercan diyar kir ku weke duh îro jî dema mijar dibe kurd, cîhan du rû dibe û wiha got: “Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Swîsre û dewletên Ewropayê neçarin ku têkoşîna Gelê Kurd a li dijî van êrîşên dermirovî, bibînin. Em Kurdistanî, em ê li dijî qetilkirina zarokên gelê kurd heta ku dengê xwe didin bihîstin, em ê li qadan bin.”   Koln    Li bajarê Koln yê Elmanyayê jî êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Kurdistanî li ber Îstasyona Trenê ya Kolnê hatin ba hev û hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, raber kirin. Kurdistaniyên li Koln û derdora wê dijîn jî tev li çalakiyê bûn.    Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne û OPCW deng dernaxîne. Hat gotin ku PKK’ê delîl pêşwazî OPCW’ê kirin, ev saziya ku îdia dike ku li dijî çekên kîmyewî têdikoşe bi gotina “Em tenê serlêdanên dewletan digirin” delîl qebûl nekirin. Hat desnîşankirin ku ev gotin tê wê wateyê ku hêzên navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên Kurdistanê, erê kiriye.   Di çalakiyê de dirûşmeyên bi Elmanî yên “Kujer Tirkiye”, “Cîhan destûr dide, Tirkiye kîmyewî bi kar tîne” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û çalakî nêzê saetekê dewam kir.   Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê û Meclîsa Jinan a Viyan ve hat organîzekirin û MLKP’ê û Alinterî jî piştgirî dan çalakiyê. Rêvebirên Meclîsa Jinan a Viyan ragihandin ku heta êrîşên bi çekên kîmyewî tên rawestandin, wê li çalakiyên xwe dewam bikin.   Toulouse    Li bajarê Toulouseyê ya başûrê Fransayê, êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Çalakiya li navenda bajêr pêk hat de, gelek kes tev li bûn û dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Çalakvanan berxwedana gerîlayên Kurdistanê silav kirin û dan zanîn ku ew ê heta dawiyê xwedî li têkoşîn û berxwedana gerîlayan derkevin.   Giessen    Kurdistaniyên li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê dijîn, êrişên bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk şermezar kirin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Kîrschenplatza Gîessenê hatin gel hev, êrişên dewleta Tirk a bi çekên kîmyawî lanet kirin û ji OPCW’ê xwestin ku xwedî li peywira xwe derkeve.   Kurdistaniyan di daxuyaniya xwe de eşkere kirin ku heke pêşî li vê hovîtiya çekên kîmyawî neye girtin, dê dewleta Tirk van çekên bi jehrî her demê bi kar bîne û ev tişt hat gotin: “Divê demil dest pêşî li vê pêkanîna hovane bê girtin. Her kesên çavên xwe ji vê sûcê mirovahiyê re digire, berpirsê vî sûcî ye. Saziyên eleqedar jî çavên xwe digirin, heke wiha biçe, dê tu sazî nikaribe hesabê vê hovîtiyê bide.”   Kurdistaniyan bang li her kesên xwedî wijdan kirin ku li dijî sûcên mirovahiyê yên ji hêla Tirkiyeyê ve pêk tên rawestin û xwestin ku gel sibê tev li çalakiya dê li ber Parlementoya Ewropayê ya li Belçîkayê pêk tê bibe.