Rojnamegeran bertek nîşanî 'Qanûna Sansûrê' dan: Em bêdeng nabin 2022-10-20 09:02:58     Rojda Aydin    AMED - Rojnameger Medîne Mamedoglu bertek nîşanî "Qanûna Sansûrê" da û got: "Bi vê qanûnê naxwazin ev polîtîkayên taybet bên teşhîrkirin. Dixwazin dengê têkoşîna jinan qut bikin.” Rojnameger Bîrcan Degîrmencî jî destnîşan kir ku bi qanûnê mafê ragihandina nûçeyan tê astengkirin û wiha bi lêv kir: "Bedelê wê çi dibe bila bibe jî bêdeng namînin."   "Qanûna Sansûrê" ya ku bi dengê AKP'ê û MHP'ê li meclîsê hate qebûlkirin, piştî ku ji aliyê Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve hate erêkirin li Rojnameya Fermî hate weşandin. Li dijî vê qanûnê ji her aliyê bertek û nerazîbûn her ku diçe zêde dibin.    Nûçegihana Nûjinhayê Medîne Mamedoglu, Rojnameger û Nîvîskar Bîrcan Degîrmencî, têkildarî qanûnê de axivîn.   ‘Qanûn ji salên 90’î vir ve wek fîîlî tê pêkanîn’   Medîne Mamedoglu, anî ziman ku rojnamegerên dixwazin heqîqetê derbixin holê ji salên 90’î vir ve dibin zext û êrişan de hewl didin peywira xwe pêk tînin. Medîne, diyar kir ku ji wan salan heta îro gelek hevpîşeyên wê hatin qetilkirin, girtin û rastî gefan hatine û got: “Ligel van gef û polîtîqayên komkujiyê jî me tu carî dev ji lêgerîna heqîqetê berneda. Bi pêvajoya siyasî ya li welat re polîtîqayên li ser çapemeniyê jî tên meşandin. Hem di aliyê aborî, siyasî û civakî de qeyrana ku heye bandorê li rojnamevanên ku hewl didin li kolanan pîşeya xwe bikin jî dike. Li ser çapemeniya azad ji berê ve her çixwasî ne qanûnî be jî, bi navê ‘qanûna sansurê’ ji ya ku ji meclîsê derbas bû û hat qetbûlkirin, ji salên 90’î vir ve wek fîîlî tê pêkanîn.”    ‘Dixwazin rojnamegeriyê bikin bin qontrola xwe’   Medîne, bal kişand ser zext û girtinên rojnamegeran û bi lêv kir ku gelek hevpîşeyên wê ji ber ku nûçeyên çêkirine girtî ne û bi salan ceza li wan hatiye birîn. Medîne, destnîşan kir ku gelek hevpîşeyên wê ji ber xebatên rojnamegeriyê îro tên darizandin û domand: “Binpêkirinên mafan û îşkenceyên ku tên kirin ji ber em teşhîr dikin, hedef tên girtin. Mînaka herî dawî li Wanê du welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin û hevpîşeyên min ji ber nûçeyên çêkiribûn hatin girtin. Tiştên bi vî rengî ji xwe her tim li Tirkiyeyê pêk tê. Lê belê ev qanûn di aliyê rojnamegeriyê de pirsgirêkek mezin e. Nûçeyên ku em çêkin, dê ji lêpirsînê re hewce neyê dîtin û dê bikarin rakin an jî rojnameger dê bên darizandin. Bi vê qanûnê dixwazin pîşeya rojnamegeriyê bikin bin qontrola xwe. Bi vê biryarê dibêjin ‘Em çi bixwazin hûnê wê bikin nûçe’ û dixwazin me bitirsînin. Lewra jî em wek kedkarên çapemeniya azad li dijî vê qanûnê em ê binivsînin û binpêkirina mafan, îşkence û tundiya li herêmê teşhîr bikin.”   ‘Dixwazin dengê têkoşîna jinê qut bikin’   Medîne, diyar kir ku dê wek rojnamegerên jin binpêkirinên mafan û îşkenceya li dijî jinê teşhîr bikin û bixin rojevê û got: "Bi taybetî li herêmê li hember jinan polîtîkayên şerê taybet û qirêj tên meşandin. Ji ber vê yekê jî her roj jin ber bi fûhûşê ve tên birin, tên qetilkirin û rastî tundiyê û mobîngê tên. Bi vê qanûnê naxwazin ku ev polîtîkayên taybet bên teşhîrkirin. Dixwazin ev binpêkirinên mafan a jinan û hem jî rastiya ji rojevê dûr bixin. Armanca wan ew e ku dixwazin dengê têkoşîna jinê qut bikin.”   ‘Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê tune bikin’   Medîne, destnîşan kir ku beriya hilbijartinê derxistina vê qanûnê gelek tiştan nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nizanin li pişt deriyê girtî çi diqewime. Lê bi vê qanûnê ve darbeyek mezin li nûçeyên me bixin û her wiha dê bandorek mezin li pêvajoya hilbijartinê bixe. Medyaya civakî de ku bûyer tên rojevê û bertek lê diqewimin, wê di pêjoya hilbijartinê de pêşî li binpêkirina mafan û provokasyonên hikûmetê bê girtin. Bi vê bêndegiyê hem muxalefet û hilbijêr zirarê bibînin. Mafê her kesî ye ku nûçeyên rast werbigire û bi rêgirtina li vî mafî pîşeya rojnamegeriyê li welat tê tunekirin. Lê belê em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her tim binivîsim û bikişînin.”   ‘Sansûr bi vê qanûnê gihîşt fermiyetê’   Rojnameger û Nivîskar Bîrcan Degîrmencî jî daxuyand ku ev qanûn di nava civak û gelan de bûye sedema tirs û fikaran û wiha axivî: “AKP û MHP ji vê qanûnê re dibêjin‘têkoşîna dezenformasyonê’, lê belê ev qanûna ku di meclîsê de derbas bû di nava gel de bû sedema tirs û fikaran. Sansûra ku ne yekser bû, bi vê qanûnê bû fermî. Di qada ku dozên bêdawî li dijî rojnamegeran tên vekirin, qadên wan teng dibin û ji bo herikîna nûçeyan têdikoşin û ev jî dide xuyakirin ku ev qanûn hejmara rojnamegeran di girtîgehan de zêde bike. Lê mixabin sansûr û otosansora ku heye dê zêdetir bibe.”   ‘Mafê ragihandina nûçeyan jî dê bê astengkirin’   Bîrcan, destnîşan kir ku ev qanûn ne bi tenê li dijî rojnamegeran e, her wiha li ser tevahî civakê tê meşandin û dixwazin tirsê bidin meşandin û ev tişt diyar kir: “Bi vê qanûnê êdî gel jî nikaren her tiştî bêje. Ev mafê azadiya ragihandinê û xwe gihandina nûçeyan tê astengkirin. Xwezî wekî ku dibêjin 'Têkoşîna li dijî dezenformansyonê' bûya. Ger bi awayek wekhev were sepandin, divê medyaya alîgir jî bê cezakirin. Eger mebest ev bûya, divê qanûn bi rojnamevan û rêxistinên pîşeyî ve bihata amadekirin?"   ‘Bedelê wê çi dibe bila bibe jî bêdeng namînin’   Bîrcan, di dawiya axaftina xwe de ev tiştan got: “Rojnamegerên kêr li pişta wan e, hewl didin di medyaya teng de peywira xwe bi cih bînin û li hemberî vê qanûnê bedelê wê çi dibe bila bibe jî bêdeng namînin. Dê piştre çi bibe? Xwezî em bikaribûna pêşbîniyê bikira an jî xwezî em di pêşbîniyên xwe de xelet bûna…”