ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-20 09:00:00     * Rojnameger Medîne Mamedoglu bertek nîşanî "Qanûna Sansûrê" da û got: "Bi vê qanûnê naxwazin ev polîtîkayên taybet bên teşhîrkirin. Dixwazin dengê têkoşîna jinan qut bikin.” Rojnameger Bîrcan Degîrmencî jî destnîşan kir ku bi qanûnê mafê ragihandina nûçeyan tê astengkirin û wiha bi lêv kir: "Bedelê wê çi dibe bila bibe jî bêdeng namînin." BI DÎMEN    *Jinên femînîst diyar kirin ku qetilkirina endama Navenda Lêkolîna Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel berdewamiya polîtîkaya şer a desthilatdariyê ye û wiha gotin: “Qetilkirina Nagîhanê êrîşek li hember  têkoşîna me hemûyan e. Em ê bi vê hişmendiye têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN    *Dayikên ku xizm û zarokên wan di qedexeya derketina Cizîrê de hatin qetîlkirin destnîşan kirin ku ev mîhrîcana ji aliyê hikûmetê ve tê xwestin  ku li Cizîrêwere lidarxistin li dijî nirxên gel e û xwestin ku Gelê Kurd xwedî li bîr û çanda xwe derkeve. DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Bi salan e li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî zarokên me şerekî dijwar heye. Di nava vê şerê de zarokên me bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Divê di serî de Gelê Kurd serî rake û li dijî hovitiyê derkeve."  BI DÎMEN