Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên kîmyewî şermezar kir 2022-10-19 16:35:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatî daketin qadan û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin: "Bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişên li dijî gelên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke desteka ji van êrişan re hate wesifkirin. Gelo rêxistina mafên mirovan li ku ne?"   Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî bandora çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne duh dîmenek parve kir û piştre jî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (NPG) da û li gorî daxuyaniyê 17 gerîla di êrişên bi çekên kîmyewî de hatine qetilkirin.    Piştî van daxuyaniyan li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê gel rêzeçalakiyan li dar xist û bertekên xwe anîn ziman. , rêveberên herêmê jî bertekên tund nîşan dan.   Heseke    Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro li pêş navneda xwe daxuyaniyek da. Endama meclisê Aya Keleş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em van karên terorê yên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî şoreşgerên li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şeremzar dikin. Ev êriş îradeya gelên herêmê hedef digirin, ji ber ku gerîla zarokên van gelan in.” Her wiha bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê hat şermezarkirin.   Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de hevseroka meclisê Culnar Salih heman daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê daye, xwend. Heman daxuyanî li navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Salim Salim ve hat xwendin.   Tirbespiyê    Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek dan û hikumeta Başûrê Kurdistanê ji şehîdxistina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî bepirsiyar nîşan da. Daxuyanî li ser rêya siyahî ya bakurê navçeyê ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Xaliye Ehmed ve hat xwendin. Malbatên şehîdan, saziyên navçeyê, partiyên siyasî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û endamên Kongra Star tevî şêniyên navçeyê beşdar bûn.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî piştî têkçûna wê ya siyasî û leşkerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin. Her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi dewleta Tirk a dgirker re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û rê vekirina li pêş dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê hat şermerzarkirin û wekî “xiyaneta bi doza kurdî re” hat binavkirin.   Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li kêleka gerîla bin û wiha bi dawî bû: “Bikaranîna çekên kîmyewî û zêdekirina êrişan dê têkoşîna me qels neke, lê belê bi hezaran dê çekên şehîdan rakin û tola wan hilînin.”   Qamişlo    Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş konê sersaxiyê yê şehîd Osman Ebdî ku yek ji 17 şehîdên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û duh nasnameyên wan hatibûn ragihandin e, daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcên dermirovî hatin şermezarkirin.   Her wiha bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişên li dijî gelên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke desteka ji van êrişan re hate wesifkirin û wiha hate gotin: "Ji qetilkirin, sûc û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser vê xakê, rêxistina mafên mirovan li ku ye?"  Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk nikara vîn û hêza me bişikîne û em hêzên xwe bernadin û emê li ser rêça şehîdên xwe û felsefeya rêber Ocalan bimeşin."   Heleb    Bi heman armancê, Saziyên Civaka Sivîl ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li pêş navenda xwe ya li rojhilatê taxê daxuyaniyek da. Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema damezrandina dewleta Tirk  ve Kurdan hedef digire; mîna komkujiyên Gelê Zîlan, Dêrsim, Maraş û Roboskî. Her wiha hate destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî û desteka NATO’yê hişt ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar bîne ku di encamê de herî dawî 17 gerîla şehîd xistin.   Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Ruxmî hemû rê û rêbazên tund, van zihniyetên radîkal nikarîn kurd û tevgerên wê yên rizgariyê têk bibin. Ji ber Kurd û tevgerên xwe xwedî pradîgmayeke taybet ku xwe dispêrin fikir, rêxistin û hêzên berxwedêr.   Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta AKP-MHP krîzeke tund di aliyên aborî û exlaqî de dikişîne û projeya wê ya Osmaniya Nû ku xwe dispêre îslama siyasî bi bin ket. Êdî fikrê şervanên modernîteya demokratîk hêza girîng li herêmê ye û bêyî wan tu pirsgirêkên li herêmê nayên çareserkirin.   Her wiha Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û helwesta zelal li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê û xwezayî nîşan bidin.