'Dayik edaletê dixwazin' 2022-10-19 16:34:54     ÎZMÎR - Di çalakiya xizmên gitiyan de bal kişandin ser bêhiqûqiya di doza Denîz Poyraz de û hat diyarkirin ku dayik edaletê dixwazin.   Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku bi daxwaza girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dan destpêkirin di roja 126'an de li ber Girtîgeha Kriklarê dewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên bi dirûşma "Bibe dengê zindanan" û Paretiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Karşiyakaya Îzmîrê jî piştgirî da xizmên girtiyan.    'Dewlet hevkarê kujera ye'   Di çalakiyê de dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin Fehîme poyraz bal kişand ser doza kujerê Denîzê ku jê tê darizandin û got, "Dema ku em çûn dadgehê tundî li me kirin û av û gaz avêtin me .Dozger û kujer bi hev re çûn. Ne parêzer û ne jî em em bikaribûna biketa eywana dadgehê. Em vê şermezar dikin. Dawî li tundiya li ser kurdan bînin."   'Li girtîgehan tundî heye'   Hevserokê HDP'ê yê navçeya Karşiyakayê Menfî Yilmaz jî diyar kir ku li girtîgehan tundî heye û got, "Ev polîtîka bi têkoşînê têk diçin. Kujerê hevala me Denîz hîna serbest e.  Lê parlamenterên ku dixwazin dozê bişopînin bi gazê bera wan didin. Em ê mafên xwe yê mirovî heta dawî biparêzin."   'Tecrîd bi rêbazên cuda berdewam dike'   Fatma Sûrme ya ku lawê wê Ahmet Surme 6 sal e li Girtîgeha Tekîrdagê ye jî got ku 6 sal in cihê lawê wê nehatiye guhertin û ev tişt got, "Heqaretê li zarokên me dikin. Tecrîda li girtîgehan berdewam dike. Tenê mafekî wî heye ew jî mafê telefonê ye û 10 deqe ye." Fatma anî ziman ku lawê wê Bunyamîn Surme jî li Girtîgeha Tîpa F a Kriklareliyê ye, betanî nedanê û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Li Kantînê jî betanî nayên firotin ku bên firotin jî biha ne. Ka ev edalet e?  Zilmê li zarokên me dikin em dayikin dilê me diêşe. Yên ku cezayên wan qediya ye jî bernadin. Mafê girtiyan j îheye."   Daxuyanî bi diruşman bi dawî bû.