TJA: Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye 2022-10-19 16:26:06   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA ya ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê da got:"Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye." TJA'yê got divê berpirs derkevin holê.    Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê yali herêmên Zap, Avaşin û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniya nivîskî da.    'Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovatiyê ye'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û hat gotin:"Ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî  (OPCW) ve bikaranîna çekên kîmyewî hatine qedexekirin. Tirkiye endamê vê peymanê ye û divê şerdên wê bîne cih. Her wiha li got Peymanên Cenevre û Şerdê Neteweyên Yekbûyî (NY) çekên kîmyewî nayê bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovatiyê ye. Divê vê gavê lêkolîn bê kirin û berpirs derkevin holê."    'Bêdengiya li hemberî vî sûcî nayê qebûlkirin'   Her wiha di daxuyaniyê de TJA'yê bal kişand ser bêdengiya li hemberî bikaranîn çekên kîmyewî û wiha got:"Bi caran bikaranîna çekên kîmyewî hat ziman lê belê ji aliyê saziyên berpirs ve têra xwe nehat lêkolînkirin û ev sûc her roj tê kirin. Di destpêkê de em jin divê berpirsên qada navneteweyî û Rêveberiya Herêmî ya Iraqê li dijî sûcê bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne ev nayê qebûlkirin. Ger bêdeng bê hiştin ev tê wateya şîrîkatiyê."   'Li Helebceyê 5 hezar kurd hatin qetilkirin'   TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Helebceyê 5 hezar kurd hatin qetilkirin û wiha got:"Bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser erdnîgariya me hemû zindîyan dixe talûkeyê. Di 1988'an de diktator Sedam Huseyîn li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar anî û 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Hîn jî texrîbatên bikaranîna çekên kîmyewî û şer li herêmê didome."    'Divê berpirs derkevin holê'   TJA'yê di dawiya daxuyaniyê de wiha anî ziman:"Di serî de OPCW divê organîzasyonên navneteweyî û rêveberiyên berpirs demildest dîmenên derketine lêkolîn bikin û kesên çekên kîmyewî bi kar anîne derxin holê. Yên ji hilweşandina şer herî zêde bi bandor dibin em jin in. Di serî de em bangê li jinên cîhanê dikin û em dibêjin bila raya giştî ya hestiyar li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike."