SYKP'ê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da 2022-10-19 15:05:32     STENBOL - SYKP'ê li dijî êrişa çekê kîmyewî ya Tirkiyeyê pankar vekir û got bikaranîna çekê kîmyewî sûcê şer e.    Rêxistina Partiya Rizgariya ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) ya Stenbolê bikaranîna çekê kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Metina û Avaşinê şermezar kir.  SYKP'ê li dijî êrişa çekê kîmyewî  li ser pireke li Stenbolê pankarta "Çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye! Bila qeda li mêtingeriyê bikeve" daliqand.    SYKP'ê li ser hesabê xwe yê twittirê cih da vê parvekirinê:"Di dema operasyona dagirkeriyê ya li Qadên Parastinê yên Medyayê dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar aniye sûcê şer kiriye. Em ê hesabê vî sûcê şer ê aciziya dewletê nîşan dide bipirsin."