Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî daketin qadan 2022-10-19 14:47:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên herêma Firatê bi xwepêşdaneke girseyî êrişên bi çekên kîmyewî yê li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: "Em bang li her kesê xwedî bi wijdan dikin ku êrişên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibîne û li hember gelê herêmê duritiyê neke.”   Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yê li hemberî Qada Parastina Medyayê ya li Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla şêniyên herêma Firatê ve hat şermezar kirin. Xwepêşandan bi beşdariya bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve dewam kir. Xwepêşandêran wêneyên her 17 gerilayên ku bi çekên kîmyewî hatî qetilkirin hatin bilindkirin.   Li Qada Şehîd Egîd, hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî wiha axivî: “Ji beriya 45 salan de em li herêma Rojhilata Navîn ku zordest li ser hikum dikin, şerê jiyana birûmet didin meşandin. Tiştê îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû dide dubarebûna rêbazên DAIŞ`ê ye. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bizane wekî ku dîktator Sedam Huseyn hat darvekirin, dê dawiya hemû dîktatoran darvekirin be. Îro bi hezaran kes ji bo azadiyê û piştevaniya gerîla li qada ne. Wekî gelê herêmê em bang li her kesê xwedî bi wijdan dikin ku êrişên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibîne û li hember gelê herêmê duritiyê neke.”   Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî bi dawî bû.