Kevana Zêrîn li dijî êrişên bi çekên kîmyewî banga berxwedanê kir 2022-10-19 14:01:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn, bal kişand ser êrişên kîmyewî û got: “Em bang li hemû hunermendên jin ên bihêst, welatparêz û demokrat dikin ku tevlî berxwedana mezin bibin.”   Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn, li dijî êrİşên çekên kîmyewî yên dewleta yên Tirk daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:    "Şerê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst ku bi salan li dijî Gelê Kurd dimeşîne, êdî rûmet û exleqa mirovahiyê derbas kiriye. Dewleta Tirk a faşîst ku endamê NATO’yê ye ji ber ku nekarî li hemberî gerîla tu encam bigre, hewl dide li hemberî gerîla ku li dijî dagirkerî û talanê yekane hêze, bi çekên kîmyewî encamê bigre.   Di nav salekê de li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê 2467 caran çekêm kîmyewî hatiye bikaranîn û sûce mirovahiyê hatiye kirin. Li hemberî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng mayîn, hevkariye. Dewleta Tirk kengê li ber berxwedana gerîla tengav bibe li ber çavê hemû cîhanê vî rêbazê bikartîne.   Hemû hesabên qirêj ên emperyalîst, bi taybetî jî dewleta Tirk, li ber berxwedana me ya gerîla ya ku bi qasî çiyayên me bi heybet e, têk diçe û destaneke lehengiyê ya bêhempa têpêşandan. Cih girtina li gel berxwedan gerîlayên ku li dijî qirkirina Kurd têdikoşe, ne tenê berpirsyartiya me ya Gelê Kurd e, di heman demê de erka me ya rûmeta mirovahiyê ye. Dewleta Tirk tenê sûcê şer nake, bi pêkanînên xwe re rûmeta mirovahiyê binpê dike. Ji ber vê yekê di destê me de ye ku em her tim û li her derê li dijî dewleta Tirk a faşît li gel gerîlayan cih bigrin, li ber xwe bidin û êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.    Li ser vê yekê li dijî qetlîamên ku bi çekên kîmyewî li hemberî gerîla tên kirin, em bang li hemû jinan û di serî de jinên hunermend dikin û dibêjin tenê şermezarkirin û nerazîbûn nîşandan ne bese, êdî ji dewleta faşîst a Tirk re bêjin bise û hesap bipirsin. ‘Berxwedan jiyan e’ ne tenê dirûşmeyekî ye. Jiyankirin bi berxwedanê pêkan e, em bang li hemû hunermendên jin ên bihêst, welatparêz û demokrat dikin ku tevlî berxwedana mezin bibin.”