Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan dewam dike 2022-10-19 13:23:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên ku piştî qetilkirina jina kurd Jîna Mehsa Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, dewam dike. Li zanîngehan û gelek qadên din jî xwepêşandanên berfireh hene.   Çalakiyên ku piştî qetilkiriba Jîna Mehsa Emînî dest pê kirin, veguherî 'şoreşa jinan'. Li welat xwepêşandanên berfireh dewam dikin, gel li zanîngehan jî di nava çalakiyê de bûn û tevahiya şev ji bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Rejîma Molla bicehime" û "Bimre dîktator" bilind bûn. Wêneyê Jîna Mahsa Emînî li ser dîwarên avahiyan li Tehranê hat daliqandin, jinan wêneyên porên vekirî bê hîcabê yên nêzî mêr-mollayên bişaşik hatine kişandin parve kirin, jinên ciwan jî dîwar bi nivîsan xemilandin.   Li bajarên ku çalakî didomin, rejîma Îranê ewlehiyên tund digire. Hêzên Muhafizên Şoreşê bi berdewamî li ser heşibandina hêzên Basîj û hêzên taybet, gef û girtina çalakvanên sivîl û girtiyên berê yên siyasî, xwendekaran berdewam kir. Li kolanên Sinê, Seqîz, Mehabad, Bukan, Bane, Pîranşahr, Dehgolan, Dîwandare û Îlamê komkujiyên rejîma Îranê hatin şermezar kirin.   Çalakiyên jinan dewam kirin   Jinên ciwan wêneyên Hamaney û Humeynî şewitandin û pankartên “Bicihim in” li ser bihorka hatin daliqandin. Li Sîstan û Belûçîstan, Ehwaz, Şîraz, Tahran, Îsfehan, Kirman, Hemedan, Kum, Meşhed, Xuzistan, Tebrîz, Erdebîl, Kerec, Reşt, Mazenderan, Yasûc û gelek bajarên din xwepêşanderan dirûşmeyan berz kirin û meş hatin lidarxistin. Cihên Basîjî yên aîde rejîma Îranê hatin şewitandin û pankartên sembola rejîma Îranê dikin hatin şewitandin. Jineke ciwan li ser bust û abîdeyên temsîla rejîma Îranê dikin bi boyaxa sor boyax kir.   Li zanîngehan jî çalakiyan dewam kirin   Duh tevahî rojê tevî zextên ewlekarî û dîsîplînê yên li ser zanîngehên Îranê û Rojhilatê jî, çalakî li Zanîngeha Hunerê ya Tahranê, Zanîngeha Harezmî ya Tahranê, Zanîngeha Allama Tabatabaî, Dibistana Elektronîkê ya Zanîngeha Khwaja Nasir, Zanîngeha Gîlan, Zanîngeha Mazenderanê dewam kirin.   Xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Tahranê pêşkêşkirina reqsa têkel kirin û piştre meş hat li dar xistin. Li Zanîngeha Harezmî jî çalakî û boykot hat li dar xistin. Hewz û tiwaletên zanîngehan ji bo xwîna ji aliyê rejîma Îranê ve tên rijandin bê nîşandan bi rengê sor hatin boyaxkirin.