Îlham Ehmed: Yên li hemberî van sûcan bêdeng dimînin şirîk in 2022-10-19 13:14:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed, bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û got: "Dewleta Tirk komkujî pêk aniye, divê ev komkujî bê vegotin, têkeve belgeyan û here dadgehan. Yên li hemberî van sûcan bêdeng dimînin şirîk in."    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî bandora çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne dîmenek parve kir. Duh jî  ANF, daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (NPG) da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 17 gerîla di êrişên bi çekên kîmyewî de hatine qetilkirin.    Piştî van daxuyaniyan ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê nerazîbûn bilind bûn. Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî li gel rêzeçalakiyan, rêveberên herêmê jî bertekên tund nîşan dan.   Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Kî dibe bila bibe, yên li hemberî van sûcan bêdeng dimînin şirîk in.”   Îlham Ehmed, bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên domdar neheqiye û wiha dom kir: “Dewleta Tirk komkujî pêk aniye, divê ev komkujî bê vegotin, têkeve belgeyan û here dadgehan. Divê bêdengî nebe. Ev cihê şermezariyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman siyaset tê meşandin. Divê dawî li siyaseta qirkirina kurdan were û dewleta Tirk were darizandin.”