Nobeda Edaletê didome: Bila dest ji vê hiqûqa neyartiyê berdin 2022-10-19 12:57:00   AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî desthilatdariyê dan û wiha gotin:  “Li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Di qanûna wan de îdam tune ye lê girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Ev, sepana îdamê ye. Heke li gorî qanûnên xwe tev bigeriyan, dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan.”    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan ên Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 337’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) ji bo piştgiriya bi malbatan re tev li daxuyaniyê bûn.    'Bila dest ji vê hiqûqa neyartiyê berdin'   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî û got ku desthilatdarî neyartiyê li girtiyan dike. Bi domdarî Încî ev tişt anî ziman: “Bila dest ji vê hiqûqa neyartiyê berdin. Ji bo girtiyên nexweş em li hemû saziyan geriyan û wan jî ji bo çareseriyê soz dan me. Lê belê sozên xwe bi cih neanîn. Ji destpêkê heta niha em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin. Wezîrê dadê bi dehan qanûn derxistin û got ku dema meclis hat vekirin dê vê mijarê têxin rojevê. Lê ji her alî ve li girtiyan zilm tê kirin.”   ‘Ev, sepana îdamê ye’   Bi domdarî Încî diyar kir ku ew heq û hiqûqa zarokên xwe dixwazin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Di qanûna wan de îdam tune ye lê girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Ev, sepana îdamê ye. Heke li gorî qanûnên xwe tev bigeriyan, dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan.”