RJAK: Divê gelê Başûr li hember vê bêwijdaniyê dakevin kolanan 2022-10-19 11:57:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), êrişên bi çekên kîmyewî ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: "Li beramberî vê bêwijdaniya li hember zarokên me tê kirin helwest nîşan bidin.”   Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) di derbarê karanîna çekên kîmyewî de daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Demeke dewleta Tirk a dagirker êrişek dijwar li ser Başûr û bi taybet li ser Herêmên Parastina Medyayê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker li gel êrişên hewayî û bejahî, li beramberî zarokên me yên li serê çiyayan dest bi karanîna çekên kîmyayî kiriye. Êrişên ku tên pêkanîn şermezar dikin û bang li civaka Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû pêkhateyên civakê ve dakevin kolanan. Li beramberî vê bêwijdaniya li hember zarokên me tê kirin helwest nîşan bidin.”   Divê aliyên peywendîdar bêdeng nemînin û bi hevkariya gel li hember van êrişan rawestin û bibêjin ‘Ji şehîdxistina zarokên me û dagirkeriya xaka me re Na’.”