TEV-DEM êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kir: Aliyên navneteweyî berpirs in 2022-10-19 11:01:17     NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kir û got: "Em bi tundî bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên NY’yê li hember sûcên dewleta Tirk şermezar dikin."   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Di demekê de ku civata navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî şerê bikaranîna çekên nukleerî û kîmyewî dikin û rê li ber belavbûna wan digrin ji tirsa bikaranîna wan li dijî mirovatiyê, ku dibe ji bo parastina ewlehî û îstiqrara cîhanî ti welat newêre wan li dijî welatek din bi kar bîne, lê tişta xuya dike ev e ku civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Nukleerî, li dijî çekkirin û belavkirina çekên nukleerî û kîmyewî ne cidî ne û ji prensîbên xwe yên exlaqî û qanûnî yên rêgirtina li bikaranîna çekên xetere derketine yên ku ne mirov û ne jî xweza dê jê xilas nebin û hemû zindiyan bi temamî tune dikin.   Dibe ku li cem hinek welatan şîrketên çêkirina van çekên qedexekirî hebin û di bin berpirsiyariya qanûnî û cezayên navneteweyî de bin. Lê welatê ku herî zêde cesaret dike li ser asta cîhanê bi kar bîne, dewleta Tirk a Tirk e û bi sedan caran bi kar aniye. Belge, dîmen û belgeyên pêbawer hene ku bi rêya gelek dezgehên ragihandinê û li ber çavên civata navneteweyî û hemû sazî û rêxistinên ku bikaranîna van çekan di warê navneteweyî de qedexekirî, qedexe dikin, hatine belavkirin. Lê bêdengiya aliyên pêwendîdar rê dide dewleta Tirk a dagirker ku van çekan li dijî gerîlayên ku rûmet û nirxên mirovahiyê diparêzin bi kar bîne û di encamê de vê dema dawî 17 şervan şehîd bûn.   Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne. Faşîzma Tirk li gelek herêmên me yên weke Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar aniye.   Her ku dewleta Tirk bi bin dikeve û hêzên wê felc dibin çekên qedexekirî mîna fosfor, goşe û kîmyewî bi kar tîne. Ev krîmînîlîzekirina dewleta Tirk a terorîst ji siyasetên wê yên qirkirina etnîkî pêk tên, ne tenê ji binpêkirinan. Lê ev yek sûc û komkujiyeke rasteqîn li dijî gel û vîna me ye û divê were cezakirin. Bikaranîna çekên giran; balafirên şer, bêmirov û tevahî çekên qedexekirî ne ji valahiyê tên, lê belê ji encama hilweşîn moralên hêzên wan ên li hember berxwedna gerîlayên leheng ku dorpêçkirî ne, pêk tên.   Em bi tundî bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên NY’yê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin ku ew yek jî hevkarî ye û ew li hember hemû kiryarên dewleta Tirk ên li dijî vîna gelan û berxwedana gerîla ku êdî bûye mîraseke çandî û sembola hêviyên civakên têkoşer, berpirsiyar in.   Em bang li gelê me li her derê dikin, her wiha bang li tevahî hêzên siyasî û nîştimanî yên Kurdistanî dikin ku faşîsta Tirk dijminekî tirsonak û hov e û bê dudilî û bi desteka navneteweyî ya eşkere me qetil dike. Divê em bibin xwedî helwestên nîştimanî ku hemû derfetên xwe ji bo parastina destkeftî û nirxên xwe xerc bikin û xwe bi rêxistin bikin û asta berxwedana xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bilind bikin. Ji ber ew yek garantiya rasteqîn a parastina nirx û vîna me ye."