Zarokan destdirêjiya sîstematîk derxistin holê 2022-10-19 09:02:24   Oznur Deger   ÎDIR - Destdirêjiya zayendî li du xwişkan hatibû kirin û piştî gilîkirina hat kirin derket holê ku gumanbar M.O zarokên din jî tacîz kirine. Malbata gumanbar, malbatên gilî kirine jî tehdîd dike.   Li Îdirê du xwişk ji aliyê kesê bi navê M.O ku li taxê esnafiyê dike ve hatin tacîzkirin. Zarokan rewş ji dayika xwe M.K re vegotin û li ser vê derket holê ku gumanbar li heman taxê zarokên din jî tacîz kirine. Li ser vê M.K û sê malbatên din gilî kirin û gumanbarê tacîzê M.O hat girtin. Lê hat hînbûn ku xizmên gumanbar M.K tehdîd kirine.   Zarokan ji hev re vegotin û derket holê   M.K ku gumanbarê ku zarokên wê tacîz kirin gilî kir, ji aliyê xizmên gumanbar ve hat tehdîdkirin û di encama tehdîdan de neçar ma ji taxê bar bike. M.K der barê bûyerê de wiha vegot: “Keçikên min ewil bûyer ji hev re vegotine. Ji hev re vedibêjin û fêr dibin ku herdu jî hatine tacîzkirin. Piştre li taxê ji çend hevalên xwe re gotine. Wan jî heman tişt jiyaye. Li ser vê hatin bûyer ji min re gotin.”   Gumanbar zarok tehdîd kirine   M.K daxuyakirin ku gumanbar zarok tehdîd kirine û gotiye ‘Hûn ji kesî re bêjin ez ê mala we bi serê we de xera bikim. Ez ê zirarê bidim xwişk û birayên we.’ M.K wiha dirêjî dayê: “Zarokan jî ji tirsan tiştek ji kesî re negotine. Ez wisa bawer dikim ku ev rewş demek dirêj berdewam kiriye.”   Berê jî ji heman sûcê girtî maye   M.K wiha dirêjî dayê: “Piştî zarokên min rewş vegotin û derket holê ku zarokên din jî hatine tacîzkirin em bi malbatan re hatin gel hev. Min got em gilî bikin. Hinek malbatan ji ber nêzîkatiyên civakê xwe kişandin, nexwestin gilî bikin. Min got çi dibe bila bibe ez ê gilî bikim. Ewil çûm Şaxa Zarokan piştre çûm dozgeriyê. Polîsê Şaxa Zarokan got ‘yê zarok tacîz kiriye M. O ye.’ Min jî got ew e. Li ser vê got ‘me der barê wî de ji xwe lêpirsîn daye destpêkirin.’ Ez gelek hêrs bûm. Ji ber ku berê jî zarok tacîz kiriye lê tu tedbîr nehatiye girtin. Min got we çima ew negirtiye, gelek zarok hatine tacîzkirin. Em fêr bûn ku gumanbar ji heman sûcî berê jî razaye.”   ‘Ji tirsan naçe dibistanê’    M.K di berdewamiyê de destnîşan kir ku zarokên wê navê zarokên din ên ku hatine tacîzkirin jî dane û wiha bi lêv kir: “Zarokan ji me re gotin em bi malbatên din re hatin gel hev û me gilî kir. Me 4 malbatan serlêdana sûc kir.”   Tê tehdîdkirin   M.K anî ziman ku ji ber der barê gumanbar de gilî kirine tên tehdîdkirin û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber min gilî kiriye, der barê min de nebaş diaxivin. Min tehdîd dikin. Dibêjin te buxtan kiriye stûyê mêr. Ka bêjin min buxtan kiribe, lê malbatên din. Ew malbatên din çima gilî dikin? Gelo ma hemûyan buxtan kirine stûyên wan. Bi van gotinan hewl didin me bêdeng bikin. Ez ji ber zext û tehdîdan ji kolanê derketim. Zarokên min ji tirsan newêrin biçin dibistanê.”   ‘Bila bê ceza nemînin’    M.K di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê gumanbar bê ceza nemîne û wiha dawî lê anî: “Bila cezayên heq dikin bigirin. Bila zarokên din vê rewşê nejîn. Dosya hîna di asta lêpirsînê de ye. Gumanbar jî girtiye. Heta gumanbar neyê cezakirin ez ê pêşiya dosyayê bernedim.”