'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê: Em ê bi têkoşîna xwe edaletê pêk bînin 2022-10-18 16:08:19   ÎZMÎR - Di çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Îzmîrê de malbatên girtiyan da zanîn ku dê ji bo pêkanîna edaletê têkoşîna xwe bidomînin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê di roja 125'an de berdewam kir. Malbatên girtiyan li ber Baroya Îzmîrê kom bûn û berdilkên li ser “Bibin dengê zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” hatî nivîsandin li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindandan” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karabaglarê piştevaniya çalakiya malbatên girtiyan kir.    Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li Girtîgeha Bandirmayê girtiye Hanîfe Gumuş axivî û got: "Çalakiya me li ber Baroya Îzmîrê, li ber Edliya Îzmîrê û li ber Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Edaletê danîne li pişt diwaran. Em çûn danişîna doza Denîz Poyrat. Li vir bi gazê êrişê li me û parêzeran kirin. Em vê tiştî qebûl nakin. Beriya niha jî nehiştin ku parêzer tevlî danişînê bibin. Zilm û zordarî dom dike. Dewlet jî dizane ku çi xeletiyê dike lê belê deng nake. Tişta ku bi bi qanûn û edaletê pêk nehatî em ê bi têkoşîna xwe pêk bînin."   Hevserokê HDP'ê ya Karabaglarê Îsmaîl Başçi, destnîşan kir ku Gelê Kurd û gelê bindest dê edalet û demokratisiyê bînin vî welatî. Îsmaîl jî bal kişand ser danişîna doza Denîz Poyraz û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li vir lîstîkek heye. Nehiştin siyasetmedar û parêzer tevlî danişînê bibin. Ne tenê tetîkêş kujer e. Li pişt kuştina Denîzê hêzek din heye û em jî wan nas dikin. Çi dibe bila bibe em ê tevlî danişîna doza rêhevala xwe Denîz Poyraz bibin. Em tu carî paşve gav navêjin. Li hemberî zilmê jî baweriya me ya têkoşînê heye. Em ê teqes bi ser kevin."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li ber Baroya Îzmîrê bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.