Belavkirina Rojnameya Xwebûnê dîsa hat astengkirin 2022-10-17 13:26:56     AMED - Polîsan dest xistin ser hejmara 114'emîn a Rojnameya Xwebûnê û gef li fîrmaya otobusa ku dê rojname bibira, xwarin.    Astengkirinên li pêşiya belavkirina Rojnameya Xwebûnê berdewam in. Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê tê çapkirin, ev demeke bûye hedefa polîsan û polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, bi awayekî keyfî asteng dikin. Hat zanîn ku di 15’ê cotmehê de belavkar ji bo hejmara 148’emîn a rojnameyê bişînin Stenbolê, diçin otogarê û rojnameyê radestî fîrmayê dikin. Lê piştre polîs bi awayekî derqanûnî diçin cem fîrmaya ku rojnameyê dibe Stenbolê û gefan lê dixwin ku rojnameyê bi xwe re nebin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 17 û 18’ê îlonê de jî polîsan bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, hejmara 144’emîn a rojnameyê li otogarê desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojname ji bo Mêrsînê were şandin.