Jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2022-10-17 11:17:40     WAN - Li navçeya Eerdîşê  Ezgî Dag bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li gundikê Duvencî yê girêdayî gundê Kirtankêx ê navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Ezgî Dag (20) bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hat diyarkirin ku mêrê Ezgî pê re hatibû zewicandin berî bi mehekê tundî lê kiriye û ji ber vê tundiyê Ezgiyê mal terikandiye û çûye cem malbata xwe.   Ezgî ya ku duh êvarê li mala malbata xwe hat îdakirin "întîhar" kiriye piştî ku xizmên wê ferq kirin rewş ji cendirmeyan re ragihandin û tîmên tendirustiyê ku çûn malê diyar kirin ku Ezgiyê jiyana xwe ji dest daye.