'Ger jin serî rake civak jî serî radike, ji ber wê jina kole diafirînin' 2022-10-16 09:02:53   MÊRDÎN - Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Elîf Arî, têkildarî sedema zêdebûna kuştinên jinan nirxandin kir û got: "Sedem polîtîkayên êrişên taybet ên tên meşandin e. Ji bo civakek di bin kontrola xwe de biafirînin hewl didin jinan ji têkoşînê dûr û lawaz biafirînin. Ji ber ger jin li berxwe nede wê civak jî li berxwe nede. Lê belê em di ferqê de ne û îro em serhildana xwe ya 'Jin Jiyan Azadî' li qadan mezin dikin."   Li Tirkiyeyê û bi taybetî li herêmên Kurdistanê ji ber polîtîkayên êrişên taybet ên îqtidar dide meşandin kuştinên jinan zêde dibin. Li gel kuştinê tecawuz, fihûş û tiryak jî di navbera ciwanan de zêde bûye. Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Elîf Arî nirxandin kir.   'Dixwazin jinên netêkoşer biafirînin'   Elîf dema kuştinan jinan nirxand bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Li Tirkiyeyê tevahî tundiya li ser jinê heye. Lewra ger bi taybetî em li herêma Kurdistanê temaşe bikin em ê bibînin ku zêdebûnek berbiçav heye. Li pişta van kuştin û tecawizan polîtîkayên êrişên taybet hene. Ev polîtîkaya çiye? Lawazxistin û bêparhiştina ji têkoşînê ye. Ji ber li cihê jin têkoşînê bikin wê beşa din a civakê jî bi heman rengî serî hilbide. Ji ber vê sedemê jî polîtîkayên jinê hedef digirin didin meşandin. Bi rêbazên qanûnî jî weke biryarên fermî li me didin ferzkirin. Van polîtîkayan berfireh dikin, bi awayekî hişk şêweyê qanûnî li van êrişên xwe yên polîtîk didin barkirin. Ev jî bêhtir hêzê dide civaka xwedî hişmendiya baviksalarî  û jê re dibe cesaret."   'Ev polîtîkayan li Kurdistanê tên meşandin'   Elîfê bi lêv kir ku di civakê de paşverûtî nayê perwerdekirin, ev civaka bi vê hişmendiyê, kî çawa bixwaze wê wisa rêya wê diyar bike û wiha civakê bi rê ve bibe. Elîf wiha berdewam kir: "Ji bo civakê bi hêsanî bixe bin kontrola xwe vê yekê dike. Vê polîtîkayê jî bi taybetî li ser herêma Kurdistanê didin meşandin. Yekem jinan ji qadên siyasî îzole dikin. Duyem jî ji her qadên civakî dûr dixin. Jinê tînin rewşa metayê. Ji ber van sedeman jî dawiya mirinên bi guman, teşwîqkirina xwekujiyê nayê. Em dizanin ku jimara jinên tên qetilkirin ji jimara tê zanîn zêdetir e. Ji ber em tenê bi nûçeyên tên parvekirin re sînordar dimînin û gelek bûyer jî nixumandî dimînin."   'Qetilkar tên xelatkirin'   Elîf bal kişand ser dadê û got: "Em qala polîtîkayên ku jinan qetil dike û qetilkaran xelat dike, dikin. Van qetlîaman bi sedem dikin û qetlîamê rewa dikin. Sedemên wan jî cilên vekirî, porê vekirî, namus û wekî din e. Ev politikaya bêcezatiyê mêrên din jî teşwîq dike. Ji bo vê jî em dikarin betalkirina Peymana Stenbolê û piştî wê zêdebûna bûyerên qetilkirinê mînak bidin. Bê guman ev şêweyê jiyana jinan jî dixe bin bandora xwe de. Jina îtaatkar diafirîne. Êdî pêwîstiya me bi anîna ser hişê xwe ve heye. Divê jin êdî xwe nas bikin. Ez bawer im ku serhildana mezin bi xwe bi naskirinê re dest pê dike."   'Qetilkar bi serbilindî qetla xwe bi lêv dikin'   Elîf wiha berdewam kir: "Bêperwerdeyî, zewacên şaş, têkiliyên malbatî, sîstema heyî hemû jî ji bo tundiyê bandorên sereke ne. Dema jinek tê qetilkirin ne tenê bersûc û malbata wî bûyerê dinixumînin. Malbata jinê jî vê erkê hildigire, ser milê xwe. Vê jî weke ku erka wan a olî yan ji civakî ye diparêzin. Min ji bo exlaqê civakê, ji bo ol keça xwe, hevjîna xwe, hevala xwe yan jî xwişka xwe feda kir. Dikare bi van gotinan kiryara xwe weke serbilindiyekê bi lêv bike. Bi van çarçoveyên weke ‘namûs’ re gelek girêdayî dimînin. Namûs tê wateya îzolekirina jinê ji jiyana civakî ye. Yek ji sedemên zêdebûna mirinên bi guman ev e."   'Bi destê memûran pêk tê'   Elîf bi lêv kir ku di demên dawî li heremê gelek serlêdanên bi taybetî ciwanan pêk tê û wiha pê de çû: "Xwendevanên zanîngehê berê xwe dane tiryak an jî fihûşê. Gelek jin bi giliyê tecawizê serlêdanê dike. Dema em van bûyeran lêkolîn dikin jî em dibînin di bingehê van bûyeran de kesên bi cilûbergên fermî (bi unirforma) derdikevin holê. Ev êriş li gel ku zayendî ye di heman demê de jî nîjadî ye. Ji ber ev jin kurd in, êriş û tecawiz li wan tê kirin. Dixwazin wan di bin zextên xwe de bihêlin. Ev polîtîkayeke ku bi zanebûn tê meşandin e. Di aliyê civakî, aborî, siyasî û jiyanî de wan dûr dixin. Li dijî wê divê em jiyana rast bi jinan bidin famkirin. Divê em nîşan bidin ku ruxmê zextan û polîtîkayan hilbijartekên me hene. Di derbarê jiyana xwe de tenê em dikarin biryaran bigirin."   'Serhildana me mezin dibe'   Elîf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tên qetilkirin. Ji bo em neyên qetilkirin em bi awayekî girseyî hewl didin dengê xwe derbixin. Dema em tên gel hev jî em gelek bi hêztir in. Dema me ev hêza ava kir jî hûn neçarin li me guhdar bikin. Em ê bi vê dengê xwe jî bi dirûşma xwe ya 'Jin Jiyan Azadî' bilind bikin û komkujiyên jinan bidin rawestandin. Em serbilind in ku li dijî van polîtîkayan têkoşînek mezin didin meşandin. Em ê jin li dijî van kiryaran li mafê xwe bigerin û ji kesî re nehêlin. Em di daxwaza xwe de zelal in. Em sîstemek ku qetilkar tê de neyên xelatkirin dixwazin."