Serdema nû ya dibistanê ya Rojavayê Kurdistanê 2022-10-16 09:01:10   Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî destpêkirina sala nû ya xwedinê ya li Herêma Firatê ya ruxmî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê Mamosteya Dibistana Cîgerxwîn a Kantona Kobanê Ferîde Mislim wiha got:" Şagirt bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û wêjeya kurdî dixwînin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em û Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê heta ji dest me derdikeve em ê ji bo şagirtên xwe alîkar bin."   Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Li Herêma Firatê ruxmî êrîşên bê navber ên dewleta tirk û komên girêdayî wê jî çûyina dibistanê didome. Tevî êrişan jî di warê perwerdeyê de kar û xebat tên kirin. Bi taybet jî li Kantona Kobanê, di vê sala nû ya xwendinê de gavên pêşketî hatin avêtin û derfetên herî baş ji bo xwendekaran hatin avakirin û xebat tên kirin. Yek ji van pêşketinên ku hatine kirin, avakirina Dibistana Cîgerxwîn a li Taxa nû ya Kantona Kobanê ye. Ji ber dûrbûna gundên nêzî bajar a ji dibistanê, ji bo astên seretayî û navîn ev dibistan hate vekirin. Di vê dibistanê de ji refa 1'emîn heya 6'emîn heye. Di Dibistana Cîgerxwîn de nêzî 700 şagirtî dixwînin. Her wiha di dibistanê de bi zimanên Kurdî, Erebî, Înglîzî ders tê dayîn. Li ser vê mijarê Mamosteya Dibistana Cîgerxwîn a Kantona Kobanê Ferîde Mislim ji ajansa me re axivî.   'A niha hêsaniyeke mezin ji malbat û şagirtan re çêbû'   Mamosteya Dibistana Cîgerxwîn a Kantona Kobanê Ferîde Mislim di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew di sala 2017'an de tevlî xebatên mamostetiyê bûye û wiha pê de çû: "Ez ji sala 2017'an de karê mamostetiyê dikim, ez weke mamoste bi vekirina Dibistana Cîgerxwîn a li Taxa nû ya Kobanê pir jê kêfxweş bûm. Ji ber ku malbatên ku di taxa nû de dimînin, heya gundên Gûlmit û Memîtê yên Rojavayê Kantona Kobanê dikeve. Ji ber vê di salên borî de şagirtan gelek astengî didîtin. Miştenûr gelek ji wan re dûr bû. Jixwe piştî ku malbat hatin komkirin û li nêrînên wan hatin guhdarkirin ev dibistan hate avakirin. Ez jî sipasiya Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê dikim, ji bo ku vê gava pêşketî ya ji bo alîkariyê bi gel re avêt. A niha hêsaniyeke mezin ji malbat û şagirtan re çêbû."   'Bi rêxistineke pir baş ev dibistan bi rê ve diçe'   Ferîdeyê di nava axaftinên xwe de qala asta beşdarbûna zarokan a li dibistanê ya di vê sala nû de kir û çawa mamoste amade ne ji bo ku sala nû pêşwazî bikin û got: "Heta astekê ji bo sala nû ya xwendinê, bi giştî şagirt û mamoste heta asteke baş li ser xwe dixebitin û bi şagirtên xwe re alîkar in. Helbet wê ji bo şagirtan hinek zehmetî jî hebin, ji ber ku 3 mehan ji dibistanê qut bûn. Ji ber vê jî me tam xwe amede kiriye, bi rêxistineke pir baş ev dibistan bi rê ve diçe. Di milê rêveberiyê, mamoste û şagirtan de girêdaneke pir mezin û baş hatiye çêkirin. Heta bê malbat jî kêfxweşbûyineke pir mezin di nava wan de hate avakirin. Jixwe malbat rojane serdana dibistanê dikin, li rewşa zarokên xwe dipirsin, ev yek jî ji bo me pir girîng e."   'Em heta dawiyê ji bo pêşketina çand, ziman û wêjeyê li ser piyan in'   Ferîdeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên çûyin û hatinê yên dibistanê yên 10 salên berê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo Rêveberiyên Giştî sipasiyên mezin dibêjim. Heta astekê bi gel re alîkar bû û ev gav avêtin. Ji ber vê jî erka me ya ku niha ji me tê xwestin em vê pêşxistinê baş binirxînin û em ji bo vê jî pir kêfxweş bûne. Xwesteka min ew e ku dahnekî din were vekirin, ji bo şagirtan bila du beş be, dahnek sibehê û yek nîvro be. Ji ber ku bi rastî hejmara şagirtan pir e, di her refekê de herî kêm ji 30 heta 40 şagirtî heye. Gihîştiye astekê ku 60 şagirt di refekê de ye. Ji ber vê jî em pêşniyar dikin ku du dahn werin rêxistinkirin. Hêviyên min ji bo sala nû gelekî mezin in. Her mamosteyek ji me xwedî li erka xwe derkeve û alîkariya şagirt û malbatan bike wê pir baş be û em heta dawiyê ji bo pêşketina çand, ziman û wêjeyê li ser piyan in."   'Me jî weke mamoste di çûn û hatina dibistanê de astengî didît'   Her wiha Mamoste Mîdiya Salih Bekî ya ew jî ji sala 2017'an de di dibistana Cîgerxwîn a Kantona Kobanê de mamostetiyê dike ji ajansa me re wiha nêrîna xwe anî ziman:"Weke mamoste nêrîna min a li ser avakirina vê dibistanê, ez dikarim bêjim em ji bo vê gavê pir kêfxweş in. Ji ber ku li vê taxê dibistanên nêz nînbûn. Me jî weke mamoste di çûn û hatina dibistanê de astengî didît. Bi taybet min, gelek astengî didît ji ber ku min di dibistaneke dûr de mamostetî dikir. Li dibistana bi navê Cîgerxwîn, bi rastî heyecaneke mezin di hundurê şagirtan de çêbûye."   'Heta ji destên me derkeve em ê bi şagirtan alîkar bin'   Mîdiyayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev sala nû ya xwendinê ne weke her salê ye û wiha lê zêde kir: "Bi rastî jî em werin ferq û cudabûnê derxînin, ev sal ne weke hemû salan in. Ji ber ku dibistaneke nû hate vekirin, zarokên ku nikarîbûn xwe bigihîjin dibistanê ji gundan nedikarîbûn werin ji bo dûrbûna rêkê, lê piştî avakirina vê dibistanê rewş pir hate guhertin. Şagirt bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û wêjeya kurdî dixwînin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em û Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê heta ji dest me derdikeve em ê ji bo şagirtên xwe alîkar bin."