Li Kobanê 2'yemîn Konferensa Yekîtiya Jinên Ciwan hat lidarxistin 2022-10-15 15:31:06   Yara Kendeş   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan Konferensa xwe ya Duyemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixînin” Konferensa xwe li dar xistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn wiha gotin: "Me gelek astengî dît di van her du salan de lê dîsa jî em ranewestiyan. Em li ser fikir û ramanên Rêber Apo dimeşin, lê em weke jinên ciwan deyindarê Rêberê xwe ne."   Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Konferensa xwe ya Duyemîn a jinên Ciwan li Herêma  Firatê li dar xistin. Di Konferansê de Wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Jîna Mahsa Emînî, Nagîhan Akarsel, Nûjiya Ocalan, Viyan Kobanê, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û pankarta bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî”  hatibûn daliqandin. Tevahî Sazî û Dezgehên Jin ên Herêma Firatê beşdarî konferansê bûn. Konferans di Çand û Hunera Baqî Xidoyê ya Kantona Kobanê hat birêxistinkirin. Konferans bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bibîranîna cangoriyên azadiyê hate girtin. Paşê ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî ve Konferans hat vekirin.    Di Konferansê de Mîsaqa Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê Hîvdar Heranî ve hate xwendin. Her wiha Rewşa Siyasî û Rêxistinî  ji aliyê Rodîn Bozan  endama Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate xwendin. Piştî wê jî Perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Hedle Mihemed Endama Yekîtiya Jiinên Ciwan ve hat xwendin. Di heman demê de jî sînevizyonek li ser kar û xebatên jinên Ciwan a du salan hate pêşkêşkirin.    Jinên Ciwan yên ku beşdarî Konferansê bûn ji ajansa me re wiha nêrînên xwe parve kirin.   ‘Dewleta zayendperest jî xwe li ser jin û civakê dide ferzkirin’   Rodîn Bozan Endama Yekîtiya Jinên Ciwan di derbarê vê Konferensê de wiha got: "Em îro li vir Konferansa li dar dixin, ev konferans bi rihê leheng Viyan û Nûjiyan e. Ev konferans di dirêjahiyê rojekê de tê lidarxistin, di heman demê de armanca vê Konfersensê ji bo tevgera jin çareserî bê derxistin. Ji xwe jinên ciwan her tim rastî qetilamên ji aliyê dewleta tirk a dagirker yê. Her wiha dewleta tirk tevgera xurt ya jinên ciwan qebûl nake, ji ber vê hertim jin kiriye hedefa xwe. Armanca wan ew e ku vîn û hêza Tevgera Jinên Ciwan lawaz bike, ji ber vê yekê jî hertim bi şêweyên cûda cûda yên weke şerên sar, şerên taybet û hwd. êriş dikin. Ji xwe serdestiya dewleta zayendperest jî xwe li ser jin û civakê dide ferzkirin."   ‘Bingehdayineke xurt ji xwe re amede kir û li ser meşiyan’   Rodînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên desthilatdariyê ku ji aliyê hişmendiya baviksalariyê li ser jinê tê meşandin û wiha pê de çû: “Jin di nava civakê de hertim rastî cureyên îşkence, serdestî, desthilatdarî, û binpêkirinê tê. Ji  ber vê jî bi rastî weke Yekîtiya Jinên Ciwan me gelek pêngav dane destpêkirin û em li ser wê bingehê jin û civakê rêxistin dikin. Di dirêjahiya herdu salan de gelek perwerdeyên xweser ên girêdayî pirsgirêkên jin hewledanên jin û hemû mijarên girêdayî kesayeta jinê dihate çareserkirin. Ji ber vê yekê me weke Yekîtiya Jinên Ciwan gelekî rola xwe lîst û me bi pirojeyên Rêber Apo bingehdayineke xurt ji xwe re amede kir û li ser meşiyan."   'Bi felsefeya Jin Jiyana Azadî dakevin qadan'   Rodînê di dawiya axftina xwe de diyar kir ku dê ev konferans bibe bingeheke nû ji bo mîsogerkirina azadiya jinê û wiha dawî lê anî: "Em Jinên Ciwan heya dawiyê li ser Parêznameyên Rêbertî dimeşin. Her wiha em bi saya mîrateyên me yên azadiyê Viyan û Nûjiyanan kar û xebatên xwe berdewam bikim. Em ji hemû cîhanê re dibêjin bi felsefeya Jin Jiyana Azadî dakevin qadan û  ji bo azadiya jin û civakê her tim li ser piyan bin.”   Her wiha Mizgîn Mihemed Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Navçeya Şêranê ji ajansa me re wiha axivî.   Mizgînê di destpêka axaftina xwe de Konferensa Jinên Ciwan li hemû Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha axivî: “Ez weke Jineke Ciwan li Herêma Firatê vê Konferensê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Em di vê rojê de hemû jinên ciwan kom dibim û pirojeyên em li ser xebitiye di dirêjahiya du salan de dinirxînin û nîqaşê li ser dikin. Eger tu pirsgirêkên girêdayî jinên ciwan çêbûye, an jî tu mijarên rêxistinî yên ku jin xwe li ser birêxistin dike mezin bûye û li ser hatibe sekinandin li ser tê nîqaşkirin. Nêrînên jinan di nava civakê de li ser kar û xebatên jinên ciwan têne nîqaşkirin, weke Yekîtiya Jinên Ciwan her çiqas bi jinên ciwan ên nav civakê de re bûne alîkar û wan birêxistin kirine. Her wiha pêngavên ku hatine çêkirin li ser bingeha şiyarkirina  jin a ji şerên sar yên derdorê û ji kapîtalîzmê dewleta dagirker yê ku xwe di mêjiyê ciwanan de dide rûniştandin e.”   ‘Lê em weke jinên ciwan deyindarê Rêberê xwe ne’   Mizgînê di dirêjahiya axaftina xwe de anî ziman ku ew weke jinên ciwan li Herêma Firatê bi giştî kedek mezin da ji bo parastina cewherî ya jinên ciwan li ber xwe dane û wiha axivî: "Me weke Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo parastina hebûna jin û cewheriya jinê gelek ked da. Her wiha me xwe rojane bi rêxistin dikir û me xwe diafirand. Ji ber ku em niha di nava têkoşîneke mezin de dijîn, di şerê gelê şoreşgerî de em tevgera xwe mezin û xurt dikin. Me gelek astengî dît di van her du salan de lê dîsa jî em ranewestiyan. Em li ser fikir û ramanên Rêber Apo dimeşin, lê em weke jinên ciwan deyindarê Rêberê xwe ne.”   ‘Pêkhateyên Ereb, Kurd, Aşûr, Xiristiyan û hemû ol û rengên dîtir em hembêz dikin’   Mizgînê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku salan e ev konferans tê li darxistin lê em her salê bi rengekî nû derdikevin pêş û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em her salê bi rengekî nû Konferensa xwe li dar dixin. Bi rengekî ku, şêweyeke nû û pêşniyarên nû xwe didin pêş. Ne tenê ji bo jinên di nav rêxistinê de lê belê ji bo gelek jin di nava civaka me de ji hemû pêkhateyan Ereb, Kurd, Aşûr, Xiristiyan û hemû ol û rengên dîtir em hembêz dikin. Ji ber ku ew pirojeya Rêbertî ji me re derxistiye pêwîst e ku em bi hemû hêz û hebûna xwe xwedî lê derkevin.”   Konferes bi gerandina govenda Jinên Ciwan bi dawî bû.