Xizmên Windayan li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn 2022-10-15 14:06:17   AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, di hefteya 714'an de çalakiya xwe ya pirsîna li aqûbeta windayan pêk anîn û çîroka windakirina Fehmî Tosunê anîn ziman.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 714'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên  dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Xizmên windayan û rêvebirên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hildan.  Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fehmî Tosun hat pirsîn.   Çîroka Fehmî Tosun ji aliyê endamê Komîsyona Windayan ya şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.     Firat diyar kir ku ew 714 hefte ne li vir ji bo pêkanîna mafê mirovan kom dibin û got: “Fehmî 35 salî bû û bavê 5 zarokan bû. Ew ji gundê Lîcoka girêdayî navçeya Lîceyê ye. Di salên 90’î de herêm di bin zextên giran de bû û malbata Fehmî jî bi zextên giran re rûbirû dimînin. Di wê pêvajoyê de berdêlên giran didin. Ji ber şert û mercên giran ên jiyanê malbata Fehmî berê xwe da Stenbolê. Fehmî di 19’ê cotmeha 1995’an de bi hevalê xwe Huseyîn Aydemîr re li mala xwe ya li Avcilarê taştê dixwin û piştre ji malê derdikevin.    Fehmî di seetên dereng de ji aliyê kesên bi çek ve tînin ber derî. Fehmî dema malbata xwe dibîne diqêre û dibêjê 'Wê min bikujin'. Dema malbat ber bi Fehmî ve diçe carekdin Fehmî bi zorê li maşîneyê siwar dikin û direvînin. Hevjînê Fehmî Hanim serî li qereqola Avcilarê da û plakaya erebê jî da qereqolê. Qereqol dema plaka lêkolîn kir ji Hanimê re got 'tiştek em bikin tune ye’. Hanim piştre serî li ÎHD’ê dide. Êdî têkoşîna Hanimê destpê dike. Qereqol binçavkirina wî qebûl nekir û heta îro jî derbarê wî de agahî nehatiye girtin. Dosya ji ber dem bi ser re derbaz bû hat girtin. Malbata Fehîm her rêyê hiqûqî ceriband.   Fehmî di binçavan de hat windakirin û bi ser re 27 sal derbas bû. Têkildarî aqûbeta wî de lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Bila demildest têkildarî aqubeta Fehmî lêpirsîneke bibandor bê kirin û kesên ji vî sûcî berpirsyar bên cezakirin. Çend sal derbas dibe bila bibe, ji bo Fehmî û ji bo hemû windayan em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.