Di Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê de jinan qala têkoşîna Nagîhan Akarsel kirin 2022-10-15 10:31:54   STENBOL - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi berga "Rêhevalên Nagîhan Akarsel qala wê kirin: Li gel te zimanê heqîqetê helbest bû" derket.    Hejmara 48'emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi berga "Rêhevalên Nagîhan Akarsel qala wê kirin: Li gel te zimanê heqîqetê helbest bû" derket. Jinan bi mijarên mîna balê dikşînin ser têkoşîna jinê di hejmara vê pêvekê de cihê xwe girtin.    Di vê hejmarê de nivîsa Nagîhan Akarsel a "Di avakirina civak û ekolojiyê de rola jinê û jinolojî" hat weşandin.