ROJEVA 15'Ê COTMEHA 202'YAN 2022-10-15 09:00:00     *Têkildarî Mîhrîcana Arîn Mîrkan a ku her sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin jinan nêrînên xwe anîn ziman. Jinên beşdarî mîhrîcanê bûn gotin:"Her roj êrîş hene, ji ber vê hinek hevalên me nikaribûn beşdarî mîhrîcanê bibana. Ruxmî vê yekê jî em ê dîsa bi moralekî bilind ji bo gel şanoya xwe pêşkêş bikin. Em di bin êrişan de mîhrîcan û hunera xwe didomînin." BI DÎMEN    *Xetereya jiyana Gulîzar Karaman a rastî êrişa Azîz Karaman hatî û ji mirinê rizgar bûyî û her wiha ya malbata wê hêj jî didome. Azîz niha bi rêya kurê xwe M.K'ê û xwarziyê xwe D.A tehdîten xwe didomîne. Xwişka Gulîzarê Nazan diyar kir ku kes guh nade gotinên wan, êdi nizanin li ku ve biçin û çi bikin û got: "Bila êdî denge me were bihîstin." BI DÎMEN    *Şanoya Bajar a Amedê di navbera 20 û 30’ê cotmehê de bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax”  8’emîn mihrîcana xwe li dar dixe. Lîstikvan Berfîn Emektar, anî ziman ku  temaşevanên wan herî zêde jin in û lîstikên wan ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dîbînin. Ji ber ku jin herî zêde xwedî li çanda xwe derdikevin.  DÎMEN HEYE   *Nûnera Komîsyona Gelan û Baweriyan ya HDP'a Mûşê, Hatîce Şeker, bal kişand ser tirsa ji paradîgmaya azadîxwaz a jinê ya di kesayeta Jîna Amînî û Nagîhan Akarsel de û got, "Jinên kurd wê wê azadiyê bînin Kurdistan û Rojhilata Navîn. Têkoşîna me ji dîroka cîhanê re bû mînak." DÎMEN HEYE