Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 28 karker jiyana xwe ji dest dan 2022-10-15 08:48:28     BARTIN - Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, di kana madenê de teqîn çêbû. Di teqînê de 28 karker jiyana xwe ji dest dan.   Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, saet li dor 18.45’an teqîn çêbû. Piştî teqînê, tîmên xelaskirinê ü yên û agirkujî û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Di kana ku 110 karker heyî de 28 karker di teqînê de jiyana xwe ji dest dan.    Şaredarê Amasrayê Recaî Çakir jî diyar kir ku li hundir 87 karker hene û ji wan 6 jê bê liv û tevger xuya dikin û wiha got: "Mudaxileya komên tahliyekirinê didome.    Her wiha têkildarî bûyerê dozger hatin peywirdarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê didome.