Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘Qanûna sansûrê’ da 2022-10-14 12:55:32     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 584 roj in didome, di çalakiya îro de malbatê bal kişand ser “Qanûna sansûrê” ku duh li meclisê hatibû qebûlkirin û got: “Doza me, heqîqetek e. Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatê di roja 584’an de berdewam kir.    Malbat, di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Malbatê li blokên beton ên li pêşiya edliyeyê jî pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” daliqand. Her wiha derheqê komkujiyê de agahî didin parêzer û welatiyên hatine serdana wan.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, polîs hewl didin nobetê asteng bikin. Di vê çarçoveyê de hefteya din cihê nobetê bi bariyerên hesin hatibû dorpêçkirin. Lê belê bi berxwedana malbatê re neçar man ku van bariyeran rakin. 2 roj berê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê cihê nobetê veguherand otoparka wesayîtan. Tevî vê yekê jî malbat çalakiya xwe didomîne.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşanî “Qanûna sansûrê” da û ev peyam parve kir: “Kîjan qedexe derdikevin bila derbikevin, tu kes dê kesek nekare neheqî û bêhiqûqiyên li vî welatî hatine kirin veşêre. Doza me, heqîqetek e. Tu astengî dê nekarin xwe li ber heqîqetê bigirin. Têkoşîna me ya li pêşiya edliyeyê di roja 585’an de ye...”