Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin 2022-10-14 11:46:22     AMED - Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û hunermend Sarya Ertaş jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.   Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de hunermend Sarya Ertaş, Zîlan Dag, Berdan Çelîk, Bedri Çiftkuran, Fermandar Kardeş, Ferit Bademkiran û Mazlûm Kardaş hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên ku sedemê binçavkirina wan nehate zanîn li miduriyeta polîsan tên ragirtin. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçaviriyan zêde bibe.