ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-14 09:00:00     *Endama Koordînasyona Kongreya Star a kontona Hesekê, Rîma Mehmud Îsa têkildarî 9'emîn konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ya di 8'ê Cotmehê de bi tevlîbûna 400 delegeyan hat lidarxistin wiha got: ''Konferansa me di demeke pir zor û zehmet de hat lidarxistin, dema me amadekariyên konferansê dikir hevala me Zeynep Saroxan li Girkê Legê, Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê û li û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî Jîna Mahsa Emînî hatin qetilkirin. Êrîş bi tevahî ji bo têkbirina jinê bûn. Lê 9'emîn Konferansa Kongreya Star a li Hesekê ji êrişan re bû bersiv." DÎMEN HEYE   *Li erdnîgariya ku nasnameya Kurd hewl tê dayîn ku bê paqijkirin û hebûna Kurdan tê înkarkirin de, sînemeya Kurd wek alaveke ku ev hişê çandî yê Kurd bê domandin derdikeve pêşberî me. Kirdeya damezrîner yanî Sînameya Kurd, teşeyeke berxwedana çandî ya pirdeng e. NÎQAŞÊN JINEOLOIJIYÊ   * Parêzer Gulan Çagin Kalelî, destnîşan kir ku hincetên wekî "Keştî xirabe" û "Rewşa hewayê ne baş e" bi "cezayên dîsîplînê" hatin guhertin û got: "Hemû serlêdanên parêzerên birêz Ocalan û malbata wî bi hincetên hiqûqî heta niha nehatine redkirin. Her wiha Rêzikên Mandela, metneke girîng e ku tê de mafên ragihandinê hatine diyarkirin, li Îmraliyê bi cih nehatin."   *Jinên ku di 9'ê Cotmehê de polîsan li wan dan û ew kirin bin çavan her wiha di bin çavan de lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin, destdirêjî li dijî wan hat kirin wiha gotin:"Wê têkoşîna me ya li dijî lêgerîna tazî û îşkenceyê bidome." DÎMEN HEYE