Fehime Poyraz: Dewlet kujer diparêze 2022-10-13 16:08:35     ÎZMÎR - Dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz da zanîn ku kujer Onur Gencer tê parastin û banga bicihanîna edaletê kir.    Bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin xizmên girtiyan li Îmzîrê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê di roja 124'an de li ber edliyeya Îzmîrê ya Bayrakliyê dewam dike. Xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsên "Ji girtiyên nexweş re azadî","Bila girtiyên nexweş bên berdan" li xwe kirin. Di nobedê de tim dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Rêxistina HDP'ê ya Bayrakliyê piştgirî da çalakiyê.    Dayika Deniz Poyraz a ku ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin, Fehime Poyraz di çalakiyê de axivî û bang kir ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Fehime qetilkirina Suphan Çabuk a li Girtîgeha Tipa L bi bîr xist û got bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekeve.    'Dewlet kujer diparêze'   Fehimeyê da zanîn ku Onur Gencer di rûniştinê de heqaret li wan û li kesên hatine rûniştinê kiriye û got:"Bi zaneyî kujer ji ber lawê min derbas kirin. Li wir heqaret li lawê min kir. Polîsan gaza îsotê li hundur kirin. Niha ez bi zorê diaxivim. Li dû kujer dewlet heye. Çimkî ewqas rehet e ku dizane li dû wî kesek hene. Divê dewlet li hinda gel be lê niha li hinda kujera ye. Dadgeh birin Girtîgeha Şakranê. Divê wiha nekiribana. "   Xizma girtiyan Hanim Sever jî da zanîn ku dadgeha birine Şakranê lê belê diçe ku bila biçe wê li wir bin û got em ê li gel zarokên xwe bin.