Ji bo rojnamegerên ketin greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê hat birîn 2022-10-13 11:40:29     AMED - Li Girtîgeha Jinê ya Amedê bi hinceta ketine greva birçîbûnê tevî mudura me ya nûçeyan, Safiye Alagaş ji jinên girtî re cezayê dîsîplînê hat birîn.    Li dijî binpêkirina mafên li girtîgehê rû didin tevî mudura me ya nûçeyan Safiye Alagaş, rojnameger Neşe Toprak, Remziye Temel û Elif Ungur, jinên girtî di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan kiribûn.    Girtiyan diyar kiribûn ku ew ji ber binpêkirina mafên wekî bicihkirina kamerayan a li qawişan, ferzkirina lêgerîna tazî, netedawîkirina girtiyên nexweş, astengkirina çalakiyên civakî yên girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    Li dijî ketina greva birçîbûnê ya girtiyan lijneya dîsîplînê lêpirsîn da destpêkirin. Lijneya dîsîplînê da zanîn ku rewşeke ku hewce bike greva birçîbûnê bê destpêkirin tune ye loma ketina greva birçîbûnê dibe mînakek ne baş loma jî ji bo mehekê ceza ji jinan re hat dayin. Wê Fatma Gul, Kader Baysal, Hanim Îş, Zeray Yuksekbag, Perihan Karaman, Hilal Olmez, Gulan Elma, Şilan Yilmaz, Fethiye Okçiçek, Emine Kaya, Safiye Alagaş, Remziye Temel, Hanim Rençber, Elif Ungur, Neşe Toprak, Zeliha Kocaman, Evindar Ozcan, Dilan Dag, Rozerin Söyler, Emine Abiş, Esengul Kiliç, Betul Unsal, Berivan Ozdemir, Sevim Akdag û Filiz Işik nikaribin mehekê beşdarî çalakiyên civakî bibin.   Zelal Bilgin, Sevil Agkaya, Nuray Çelik, Elif Deniz, Yuksel Almas, Zerife Can, Beritan Yaşar, Melek Evren Evrim Tokmak, Selma Yilmaz û Mukadder Yildiz Okalin jî ji bo mehekê ji karê bi pere bêpar hatin hiştin.