Cenazeyê Nagîhanê gihaşt Konyayê 2022-10-13 10:06:39   KONYA - Cenazeyê Akademîsyen-Rojnameger Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, gihaşt Konyayê.   Akademîsyen, rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê cotmehê li ber mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî ya MÎT’a Tirk de hat qetilkirin. Piştî çend saetan kujer li ser zextên jinan û welatiyan hatibû girtin.   Piştî hatina endamên malbata Nagîhan Akarsel û şandeyek ji HDP’ê 8’ê cotmehê cenaze ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve hate şandin. Nêzî 5 rojan cenaze li Hewlêrê hat rawestandin û bi hincetên cûda şandina cenaze hate astengkirin, tevî bîlet jêre hat birîn jî li ser daxwaza balyozê Tirk Alî Riza Gûney şandina cenaze ya bi rêya hewayî hat astengkirin.   5 rojan malbat û şande li Hewlêrê bi karûbarên yasayî yên şandina cenaze re mijûl bûn, lê fîrmayên rêyên hewayî Pegasûs û Turk Hava Yollari li gel ku bîleta cenaze dane jî paşê birina wê redkirin.   Li ser vê yekê malbat û şandeya HDP’ê cenazeyê Nagîhan Akarsel ji balafirgeha Hewlêrê vegerandin û ber bi deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl re bi rêketin.    Piştî ku cenazeyê Nagîhanê gihaşt Deriyê Sînor ê Xabûrê, fermanderekî tirkî heqaretê li cenazeyê kir. Wê kêliyê Parlementerê HDP'ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bertek nîşanî gotinên eskerê tirkî da. Piştî nîqaşê ewraq hatin temamkirin û cenazeyê Nagîhanê di deriyê sînor re derbasî hêla bakurê Kurdistanê hat kirin. Cenazeyê Akarselê bi rêya bejahiyê ber bi bajarê wê Konyayê ve hat birêkirin.    Cenazeya ku gihaşt Konyayê, ji bo kar û barê otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK). Piştre dê cenazeyê bibin gundê wê ya Golyaziya Cîhanbeyliyê.