Di êrişên dagirkeriyê de rola medyaya alîgir 2022-10-13 09:03:26   Medya Uren    NAVENDA NUÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta tirk herçiqasî bi çekên herî giran û çekên qedexekirî pêk tê jî bi riya medyayê jî êrişek taybet a bişaftinê tê meşandin. Rojnamevan Hêvî Salah têkildarî rola medyayê ya di êrişên pêk tê de nirxand û got: “Medyaya alîgir di êrişên dewleta tirk de dibe rêvekir û piştgirên herî mezin. Di hemû weşanên nûçeyan, film û rêzefîlman de ev êrişên taybet bi eşkere tên kirin. Ev jî bi piştgiriya PDK’ê û medya wê pêk tê.”   Dewleta tirk di 40 salên dawî de êrişên xwe yên li hember herêmên parastina medyayê bê navber dide meşandin. Di salên dawî ji bo qontrolê bixe bin destê xwe êrişa herî dijwar, êrişên taybet a bişaftinê didin meşandin. Amûrên van êrişan jî medya, tv û ajans in. Bi film û rêzefilman hewil didin çanda ku ji kurd û Kurdistanê dûr e enjekte bikin. Hewil didin bi nûçeyên xwe re dagirkerî û talanên li Kurdistanê tên kirin binixumînin û berê civakê ji rastiyê biguherînin.   Rojnamevana li Başûrê Kurdisanê dixebite, Hêvî Salah têkildarî êrişên dagirkeran û rola medyayê nirxandin kir.   ‘Destkeftiyên bi berdêlan hatin girtin tên rûxandin’   Hêvî di destpêka axaftina xwe de qala girîngiya destkeftiyên kurdan kir û got: "Hikumeta federal a Kurdistanê bi îda û armanca parastina herêma federal re derket holê. Di vê oxirê de bedel hat dayîn û destkeftiyeke girîng hate bidestxistin. Li aliyê din jî êrişek dagirkeriyê ya ji aliyê dewleta tirk ve berdewam dike heye. Tirkiye bi êrişên fîzîkî re êrişek taybet jî dide meşandin. Bi taybetî ji salên 2011’an ve bi riya medya, tv û siyasetê jî dikevin hundirê malên me jî. Ev demeke dirêj e bandoreke mezin li ser Başûr dike. Pêwîst e em vê rêbaza şer baş binirxînin. Bê guman ev êriş bêyî piştgirî pêk nayên û pêwîst e ew jî werin nîqaşkirin."   ‘Berî civakê jî rastiyê diguherînin’   Hêvî diyar kir ku li ser platformanan, film û rêzefilmên Tirkiyeyê tên dayîn. Her wiha televîzyonên Başûr bi tu awayî gelê herêmê xîtap nakin. Hêvî wiha berdewam kir: “Ne di aliyê çandî, ne jî civakî de civakê têr nake. Mixabin çand, ziman û jiyaneke ji wan dûr, li ser wan tê enjektekirin. Armanca wan meşxûlkirina hişê ciwanan, hişê civakê ye. Rastiyên heyî dinixûmînin û berê civakê diguherînin. Dixwazin di heman demê de hafızaya gel bidin windakirin. Dixwazin wan ji rastiya wan dûr bixin û qalibekî nû ji wan re diafirînin. Ev êrişên bişaftinê bi awayekî herî metirsîdar têne meşandin.”   ‘Sermayek mezin ji bo bişaftinê tê veqetîn’   Hêvî eşkere kir ku ev qenalên bi taybetî vî karî dikin jî sponsorê PDK’ê bi xwe ne û li ser wiha axivî: “PDK li Başûr vê erka Tirkiyeyê dayê pêk tîne. Em pê dizanin dûblajkirina her filmek an rêzefilmekê xwedî bihayek giran e. Ango di nava salekê de bihayê dûblajkirina filmekî yek defter dolar dike. Ev jî nîşan dide ku sermayek mezin ji bo vê polîtîkaya xwe vediqetînin. Van filman jî di demjimêrên rêjeya temaşekirina TV yan zêde dibin de bi zanabûn diweşînin. Vê carê jî zarok, ciwan û heyanî hemû beşên civakê dikarin temaşe bikin û bimînin di bin bandora wan de.”   ‘Bandor li jiyana rojane jî kirine’   Hêvî bal kişand li ser mijara rêzefilmên li Başûr tên belavkirin û got: “Mijara van filman, çêkirina wan heyanî rêbazên bi kar tînin hemû jî bi zanebûn û bi bername ne. Yek ji wan jî vala û ji xwe re yî nîne. Divê hêsan jî lê neyê temaşekirin. Me bandorên li ser civakê dikin rêz kir. Yek ji wan jî ku herî girîng e şêweyê jiyanî û çanda cil û bergan e. Başûr yek ji cihên bi çanda xwe ve herî girêdayî ye. Cil û bergên gelêrî di jiyana rojane de jî bi giranî tê bikaranîn. Lê her ku diçe zirarên mezin tên dayin. Gelek ji wan jî bi taybetî qala kurdan dikin. Bi çi awayî çanda me hebûna me dixin astek biçûk, bi çi awayî qala mêjûya me dikin armanca wan eşkere dike. Di gelek filmên wan de têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê berfireh bûye û kurdên Başûr weke terorîst bi nav dikin.”   ‘Medyayê êrişên dagirkeriyê çawa dît’   Hêvî dema qala medyayê kir, ka medya pêvajoya li Başûr tê jiyîn çawa hatiye dîtin jî nirxand û ev gotin parve kir: “Di hemû êrişên xwe de rêbazên binpêkirina mafên şeran hatin bikaranîn. Çekên kîmyewî hatin bikaranîn, zirarên mezin li jîngeh û sirûştê hatin kirin. Êrişeke li dij exlaqê mirovatiyê ye. Ev ne yekem car e dewletên dagirker li ser herêma Başûr çekên kîmyewî bi kar tîne. 38 sal berê, di salên 1988’an de cardin li herêmê çekên kîmyewî hate bikaranîn. 38 sal in li Kurdistanê heman dîmen dubare dibin. Rojnamevanan belgeyên di derbarê êrişên kîmyewî de kom kirin. Dîmenên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin, belav bûn. Delîlên van êrişan gelek zêde ne. Jîngehên Başûr hatin talankirin, dar û zevî hatin jêkirin. Li aliyekî jî dewletên navneteweyî bê deng in. Ya herî girîng jî rolê medyayê ya xuyakirina van mijaran çibû? Divê ew were nirxandin. Medyaya Başûr, medya alîgir çiqasî van bûyeran da nîşandan.”   ‘Talankirina Kurdistanê rewa dibînin’   Hêvî bi taybetî jî rexneyên xwe li ser ajansên Rûdaw û K24’ê kir û got: “Medya alîgir bi taybetî jî Rudaw û K24 ji bo êrişên dagirker dibin rêvekir û pêşeng. Em dibînin ka çi bandorekê ava dikin. Li aliyekî polîtakayên parastina ziman bikin jî bişaftina çand, talankirina Kurdistanê rewa dibînin. Li dij parastina Kurdistanê ji bo berjewendiyên dewleta tirk kar dikin. Bi tu awayî li dijî Tirkiyeyê û li dijî PDK’ê nûçe çênakin û nûçeyên wan bandor bike parve nakin. Beriya niha demekê endamek wan a pêşengtî dike li dijî êrişên dewleta tirk axaftin kiriye zêdetirî salekê cezayê dûrxistina ji kar danê. Ev ji hewildanek a çavtirsandinê bû ku tu hizbek an ji pêşengên wan derbarê Tirkiyeyê de axaftinê nekin.”   ‘Gel bi bertek e’   Hêvî herî dawî bi bertekên gel re dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi kêwfxweşî tînim ziman, her ku diçe helwesta gelê Başûr a li dijî van êrişan zêdetir dibe. Li dijî êrişên Îran û Tirkiyeyê bi meş û xwepêşandanan protesto dikin. Gel ji xwe xwedî tecrubeyan e. Ev êriş ji bo wan ne biyanî ne. Lê belê pêwîstî bi zêdetir bi rêxistinbûyînê heye. Bi van çalakiyan re jî wê encamek baş neyê girtin.”