ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-13 09:00:00     *Endama Komîteya Edaletê û Rêhevala Yadê Eqîde, Esma Murad qala jiyan, bibîranîn û têkoşîna Yadê Eqîde kir û wiha got:" Yadê Eqîde di hemû kêliyên jiyana xwe de, bi rêxistinî dijiya û bi rihê xwe yê welatparêziyê li pêş bû. Hemû fikrên wê li ser welat bûn. Di sala 2018'an de dema Efrîn û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, her tim digot 'em gerek xwe bikin mertalê zindî'. Ez soz didim ku ez ê xeyalên Yadê Eqîde pêk bînim û heta dawiya jiyana xwe karê me yê nîvçe maye dewam bikim." DÎMEN HEYE   *Li Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta tirk herçiqasî bi çekên herî giran û çekên qedexekirî pêk tê jî bi riya medyayê jî êrişek taybet a bişaftinê tê meşandin. Rojnamevan Hêvî Salah têkildarî rola medyayê ya di êrişên pêk tê de nirxand û got: “Medyaya alîgir di êrişên dewleta tirk de dibe rêvekir û piştgirên herî mezin. Di hemû weşanên nûçeyan, film û rêzefîlman de ev êrişên taybet bi eşkere tên kirin. Ev jî bi piştgiriya PDK’ê û medya wê pêk tê.” DÎMEN HEYE   * Eşyayên Abdullah Hezer ê ku 12 sal beriya niha di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabû di 26'ê îlonê de radestî dayika wî Ayşeyê kirin. Ayşe wiha behs kir: "Di nav çanteyê de kinc, tizbî, saet, gustil û şapqeya wî hebû. Xwestin êşa min a 12 salan ji nûve zindî bikin." BI DÎMEN    *Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê li navçeyan dest bi xebata atolyeyan dike û atolye dê 4 hefteyan bidome. Rêvebera HDP'ê ya Îzmîrê Mehtap Alîşan, diyar kir ku li dar xistina atolyeyan ji bo jinan girîng e û got: "Jin di atolyeyan de xwe nas dike, tecrûbeyên xwe parvedike û mekanîzmayên hilberînê diafirîne." BI DÎMEN   *Nagîhan Akarsel a ku tu carî dawî li lêgerîna heqîqetê neanî li dû xwe mîrateyek mezin hişt. Nagîhana k uji jiyana Sakine Cansiz û Helbestkara Îranî Furug Ferruhzad bi bandor bû bi rêhevaltî, jêhatîbûn, eleqeya ji bo pirsgirêkên jinan li dû xwe têkoşîneke mayinde hişt.  BI DÎMEN