Dê cenazeyê Nagîhanê bibin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê 2022-10-13 08:56:06   ENQERE - Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel tê payîn ku dê saet 09.30'an de bibin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.    Cenazeyê akademîsyen-rojnamevan, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin, duh ji Silopiyayê ber bi Konyayê ve hatibû birêkirin. Tê payîn ku cenaze dê saet 09.30'an de bighîje Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Piştî kar û barê otopsiyê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) dê cenazeyê bibin gundê wê ya Golyaziya Cîhanbeyliyê.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ber bi gund re bi rêketin. Her wiha Rêxistina HDP'ê ya Enqerê û komek hevalên wê jî ber bi Konyayê ve bi rêketin.