Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi Konyayê ve dibin 2022-10-12 16:51:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Nagîhan Akarsel a ku li Silêmaniyê hat qetilkirin derbasî Deriyê Gumrukê yê Xabûrê yê Silopiyê hat kirin û ji vir jî ber bi Konyayê ve bi rêket.    Cenazeyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen, û rojnameger Nagihan Akarsel a di 4’ê cotmehê di encama êrişeke sûîqestê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê hate qetilkirin, gihişt navçeya Silopiya ya Şirnexê. Cenazeyê Nagîhanê ku bi rojan bi hinceta “belgeyên kêm” şandina wê ya bi balafirê tê astengkirin, îro bi rêya bejahiyê hate birêkirin.    Cenazeyê ku gihaşt Silopiya Şirnexê, piştî tehdîta polîsan li ser rêya dora bajer ve ber bi Konyayê ve bi rêket.